Tecrîd travmayan çêdike

Şemî 1 Hezîran 2024 - 00:27

  • Tecrîda ku li Imraliyê bi rengekî bêhiqûqî dest pê kirî û roj bi roj li hemû girtîgehên Kurdistanê û Tirkiy,ê xasma jî li ser girtiyên siyasî berbelav bûyî derûniya girtiyan ji xwe re dike armanc û derbê li derûniya girtiyan dixe. Gulseren Yolerî diyar kir tecrîd  bi girtiyan re nexweşiyan çêdike û dibe sedema travmayan, banga piştevaniyê kir.

Seroka Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî têkildarî pirsgirêkên girtiyên nexweş û karên ÎHD'ê ziman ku bi hezaran girtî nexweş in û bi zor û zehmetî tedawî dibin.

Gulseren Yolerî li gel nexweşiyên bedenî bal bire ser nexweşiyên derûnî û diyar kir ku sedema herî girîng a rûdana pirsgirêkên derûnî tenêtî ye, tecrîd e. Gulseren Yolerî bal kişand ser polîtîkaya îzolekirina ji derve û bêparhiştina ji piştevaniya civakî ya li dijî girtiyan.

Tecrîd nexweşiya derûnî çêdike

Yolerî got, "Mînak, hevdîtina bi malbatê re dibe ku ji bo girtiyekî têkiliya herî girîng a bi derve re ye, piştigriya manewî ye. Lê belê ji ber sedemên aborî, dûrbûyîn, dema hevdîtinê hin malbat hene ku 8-10 sal in nikarin xizmên xwe yên girtî bibînin. Ji ber vê jî ew tenêtî, dibe sedema rewşeke giran a derûnî, vediguhere travmayê."

Binpêkirina mafan tenêtiyê giran dike

Gulseren Yolerî anî ziman ku qedexekirina rojname û pirtûkan, kêmkirina mafê sohbet, sporê rewşa tenêtiyê giran dike û got, "Em qala tabloyeke welê din ku dibe sedema pirsgirêkên cidî yên psîkolojîk, nexweşiyên sîstema îmmûne yan jî nexweşiyên ku weke psîkosomatîk têne pênasekirin. Lewma pêwîstî bi wê yekê heye ku pirsa 'Gelo girtiyekî ne nexweş heye?' bê pirsîn. Mirov li derve jî be, çiqasî li xwe binere jî pirsgirêkên serêşê, êşa diran, romatîzma, mîdeyê rû dide. Yên girtî jî mîna me ne, pirsgirêkên wan ên tenduristiyê rû didin. Lê belê mîna yên li derve di her kêliyê de nikarin xwe tedawî bikin, derfetên tedawiyê bi destê wan nakeve."

Piştevanî girîng e

Gulseren Yolerî anî ziman ku tecrîd dibe sedema rûdana nexweşiyan û diyar kir ku şaxên ÎHD'ê hemû bi girtîgehan re eleqedar dibin. Gulseren Yolerî got, "Em serlêdanan werdigirin. Nameyên ji girtiyan tên hene, ji xizmên girtiyan, ji parêzeran tên. Em rewşê tespît dikin û hewl didin bikevin nava hewldanan."

Gulseren Yolerî bal bire ser pêwîstiya malbatan û girtiyan a bi piştevaniyê.

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.