Tecrîd têkilî tevahiya civakê ye

Şemî 12 Cotmeh 2024 - 02:25

  • Hevseroka EGE-TUAY-DER’ê ya Ayfer Yildirim giringiya xwedîderketina li çalakiya ‘Deng Bidin Azadiyê’ destnîşan kir, got ’’Li dijî bêhiqûqiyê her wiha ji bo belavkirina azadiyê û bihêzkirina demokrasiyê roleke girîng dilîze.’’ Ayfer her wiha anî zimên ku tecrîd têkilî tevahî civakê ye û banga xwedîderketina li çalakiyê kir.

ROZA METÎNA / AMED

Hevseroka EGE-TUAY-DER’ê ya Ayfer Yildirim derheqê çalakiyên ‘Deng Bidin Azadiyê’ ku bi rengekî perîyodîk bi pêşengiya malbatên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl ve tê kirin got,’’Rejîma faşîst a ku azadiyê dike hedef di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dixwaze derbeyeke antidemokratîk li ser gelan bike. Li dijî vê helwestê çalakiyên ‘Deng Bidin Azadiyê’ cihekî girîng digire. Kesên tevli vê çalakiyê dibin jî bi biryara rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind dikin.”

Girtîgeh bûne navenda êşkenceyê

Ayfer bi domdarî êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî bi bîr xist û wiha pê de çû:’’Sîstema faşîst di heman demê de bi tunehesibandina ziman, çand, jin û hunera gelê Kurd dixwaze bêtir xwe xurt bike. Elbet bandora vêya ya li ser girtîgehan jî girîng e. Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê. Her cure binpêkirina mafan û polîtîkayên bêexlaq li vir tên sepandin. Bi vê re binpêkirina mafan li ser hemû civakê tê ferzkirin. Her roj darbeyê li azadiya civakê dikin. Li dijî van sepandinên bêexlaq girîngiya çalakiyên ‘Deng bidin azadiyê’ bêtir derdikeve holê. ”

Em li çalakiyê xwedî derkevin

Ayfer giringiya xwedîderketina li çalakiya ‘Deng Bidin Azadiyê’ destnîşan kir û got,’’Li dijî bêhiqûqiyê her wiha ji bo belavkirina azadiyê û bihêzkirina demokrasiyê roleke girîng dilîze. Xwedîderketina li vê çalakiyê, berfirehkirina wê û rêxistinbûyina li dor vê yekê divê di warê wijdanî de bê kirin û pêk were.’’

Çalakiya wijdanî ye

Ayfer bi domdarî anî zimên ku tecrîd herî zêde ziyanê dide jinan û got,’’Em ji dîrokê heta niha li pêvajoya tecrîdê binêrin, herî zêde jin ji vêya bi bandor bûne. Nasnameya jinan bi vî rengî hatiye xwestin bê tunekirin. Jin bûye hedefa sîstemên feodal, faşîst û antîdemokratîk. Destkeftiyên jinan ên ku di avakirina civakê de xwediyê rolekî ne tê xwestin bi vî hawî bên tunekirin. Loma li dijî van hemû sepanan çalakiyên ‘Deng bidin azadiyê’ wijdanî ye.”

Tecrîda li girtîgehan kûr dibe

Ayfer da zanîn li girtîgehan ne li tendirustiya girtiyan li nasnameya wan a siyasî tê nihêrtin, binpêkirina mafan ên li girtîgehan bi bîr xist û got,’’ Gelek caran dest datînin ser nameyên girtiyan û dixwazin têkiliya wan û ya derve ji hev qut bikin. Hevdîtin tên astengkirin û cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn. Tecrîda li girtîgehan giran dibe. Girtina di qawişên biçûk de ya girtiyan dibe sedema pirsgirêkên derûnî jî. Li girtîgehan girtiyên bi nexweşiyên giran jî hene. Bi raporên ATK’ê girtiya bi hêviya mirinê ve dihêlin. Li girtîgehan li tendirustiya girtiyan nanêrin li nasnameya wan a siyasî dinêrin. Ev rewş her diçe xirabtir dibe. Ev mirovên bi tecrîda giran rû bi rû tên hiştin jî perçeyekî ji vê civakê ne. Loma xwestina heq, hiqûq û edaletê mafê zagonî yê civakê ye.”

Girtîgeh û civak hedef e

Ayfer da zanîn divê çalakiyên li dijî tecrîdê bên geşkirin û wiha got:”Tecrîd hemû civakê eleqeder dike. Loma jî divê em li dijî vê sîstema îşkenceyê derkevin, bêdeng nemînin û çalakiyên mîna ‘Deng bidin azadiyê’ hîn mezin bikin. Çimkî girtîgeh û civak topyekun dibin hedef. Divê em ji van bêhiqûqiyan bibêjin bes e û li dora çalakiyan xwe bi rêxistin bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.