• Hevberdevkê Komîsyona Gîrtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Parêzer Yusuf Erdogan tecrîd weke ‘’rêbaza êşkenceyê’’ pênase kir û got,’’Ji bo aştiya civakî’’ divê tecrîda li ser Rêber Ocalan were rakirin. Wekîlê DEM Partîyê Kamûran Tanhan jî diyar kir tecrîd bûye xwedî xisletekî civakî, tesîreke xirab li civakê dike.

Helwest û nerazîbûnên dijî tecrîdê ya ku li Imraliyê li ser Rêber Ocalan dest pê kirî û gav bi gav li girtîgehan berbelav dibe û dikeve rengê normekê, berdewam dike.

Hiqûqnas û nûnerên saziyên mafê mirovan li Kurdistanê, Tirkiyê û li asta navnetewî bêhiqûyiya tecrîdê ya li ser Ocalan destnîşan dikin û diyar dikin tecrîd kirineke derhiqûq e, helwesteke siyasî ye û dixwazin demildest dawî lê were.

Tecrîd girantir bû

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Yusuf Erdogan anî ziman  berxwedana girtiyan a ji rabûna tecrîdê bi bîr xist û diyar kir ji bo karibin berxwedan û daxwazên girtiyên siyasî ji raya giştî re ragihînin di nava hewldanan de ne û got, "Ji bo rakirina tecrîdê ya li gelek girtîgehan bi taybetî jî li Îmraliyê, me serdan li girtîgehan kirin û piştre jî raporên ku li ser mijarê amade kirin bi raya giştî re parve kirin. Her wiha têkildarî serlêdanên girtiyan ên der barê binpêkirina mafên mirovan de li komeleya me hatin kirin, me nivîs ji saziyên pêwendîdar bi taybetî jî ji Wezareta Edaletê re şandin. Lê belê kêmbûna van kiryaran li aliyekî, bi avakirina girtîgehên bi tîpa nû re tecrîd hîn girantir bû û belav bû."

Bi lêpirsîn û sirgunê bersiv dan

Erdogan bi domdarî diyar kir  binpêkirina mafê mirovan li dijî girtiyên siyasî her roj zêde dibe û got, "Girtî ji bo bidawîkirina kiryarên ku me li jorê qalê kirin, gelek caran ketin greva birçîbûnê û niha jî di çalakiyên boykotê de ne. Lê belê rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan tên. Bi taybetî di destpêka çalakiyên greva birçîbûnê yên 27'ê Mijdara 2023'an destpê kirin, lêpirsînên dîsîplînê û sirgun li girtiyan hatin ferzkirin. Heta 4'ê Nîsana 2024'an gefa lêpirsînên dîsîplînê lê hate xwarin.

Li gorî peymanên navnetewî ye

Parêzer Erdogan wiha domand: ‘’Bi rengekî eşkere divê were gotin; me ÎHD’ê ti carî grevên birçîbûnê û çalakiyên ku zerarê bide girtiyan qebûl nekir. Lê belê mijara ku divê bala miroven biçe ser daxwazên girtiyan e. Girtî li gorî destûra bingehîn û qanûnên dewletê, her wiha li gorî peymanên navneteweyî dixwazin ku tecrîda li Îmraliyê, tecrîda li hemû girtîgehan ji holê bê rakirin û bi vê armancê çalakiyê dikin. Bi dîtina me ev daxwaz rewa û mafdar e."

Divê tecrîd rabe

Yûsûf Erdogan got, "Em parêzvanên mafên mirovan  dibêjin ku tecrîd rêbazeke êşkenceyê ye, divê ji holê bê rakirin" û destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiya civakî divê tecrîda li girtîgehên Tirkiyeyê bi taybetî ya li Îmraliyê ji holê bê rakirin.

Tecrîd tesîreke neçê dike

Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê û Parêzer Kamûran Tanhan tecrîda li ser Rêber Ocalan di çareseriya pirsa Kurd de bûye sedema xitimînê.

Tanhan anî ziman ku di şexsê Abdullah Ocalan de li Îmraliyê 25 sal in hiqûq hatiye betalkirin û biryarên têkildarî wî de hemû bi têgihiştina tolhildana siyasî têne bicihanîn û got, "Ev sîstema li dijî muzakerevanê sereke yê pirsgirêka Kurd û aktorê siyasî yê bingehîn Ocalan, sîstemeke tecrîdê ye ku ji aliyê aborî, siyasî, civakî û hiqûqî ve tesîreke neyînî li civakê dike."

Tecrîd tesîrê li ser aboriyê jî dike

Tanhan bi bîr xist  dema ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê sistkirin û pêvajoya çareseriyê dewam dikir, aramî hatibû Tirkiyeyê û destnîşan kir ku ji ber şer li Tirkiyeyê rewşeke xitimî ya aborî rû da. Tanhan got, "Di sala 2013'an de hatineya milî gihîştibû asta herî bilind. Lê belê bi şidandina tecrîdê û destpêkirina pêvajoya şer re kêm bû."

Muzakerevanê sereke ye

Parlamenter Tanhan anî ziman Rêber Abdullah Ocalan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina şer de muzakerevanê sereke ye û destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan krîza aboriyê kûrtir dike. Tanhan ragihand ku hewl tê dayin, tecrîda li Îmraliyê veguhere teknîka rêveberiyeke siyasî û got, "Tecrîda ku bi vî rengî hatiye civakîkirin, sedema bingehîn a rûdana krîzên aborî, hiqûqî, dadgerî, binpêkirina mafên mirovan û astengkirina azadiyê ye."

Tecrîd tesîrê li civakê dike

Tanhan işaret bi çalakiya girtiyan a tevlînebûna li hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re, her wiha bikarneanîna mafê axaftina bi telefonê û boykotkirina dadgehê kir û got,’’ Ev yek pêwîstiyeke civakî ye. Sîstema tecrîdê ya bi taybetî li ser Îmraliyê tê bi cih anîn, li tevahiya civakê hatiye belavkirin. Tecrîd bandorê li tevahiya civakê dike. Ji bo mexdûriyeta li girtîgehan hîn giran nebe, divê bala her kesî li ser van çalakiyan be.’’

ANF