Tecrîd pratîka serweriyê ye 

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:45

  • Parêzerê Îtalî Nicola Giudice anî ziman ti têkililya tecrîdê bi hiqûqê re nîne, dewleta Tirk tecrîd kiriye amûreke serweriyê û bi tecrîdê tê xwestin ku ‘’dijminê polîtîk’’ ji holê were rakirin. Guîdîce got: Divê tecrîd ne weke pirsgirêkeke hiqûqî an jî qanûnî lê weke pirsgirêkeke polîtîk were zanîn.

Parêzerê Îtalî Nicola Giudice endamê şandeya Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî yên Li Dijî Tecrîdê têkildarî tecrîda li Îmraliyê û hewldanên delegasyonê ji Ajansa Mezopotamya (MA), ji rojnamevan Îbrahîm Irmak re axivî.  

Giudice destnîşan kir heta niha wan gelek binpêkirinên mafan dîtine lê  tecrîda li Îmraliyê ji binpêkirinê wêdetir e û diyar kir ku ji ber vê yekê îzahateke hiqûqî ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan  nîne:“Em çavdêr gelek binpêkirinan dibînin û dibihîsin, teqez tecrîda li Îmraliyê ne tecrîdeke hiqûqî ye pirsgirêkeke polîtîk e. Tecrîd kirin pratîkeke serweriyê ye, îzolekirina dijminên xwe yên polîtîk e. Kesên ku weke dijminên polîtîk diyar dikin, bi îzolekirinê hedef dikin ku ji holê rakin. Ev ne rewşeke hiqûqî an jî legal e, teqez rewşeke polîtîk e. Kesên serwer bi navê pirsgirêka ewlehiyê pêvajoyên hiqûqî û qanûnî disekinînin û ji bo ‘berjewendiyên dewletan’ mafan taloq dikin.”

Tecrîd têkilî neçareseriyê ye

Giudice, diyar kir neçareseriya pirsa Kurd bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ve têkildar e: “Teqez di nava azadiya Ocalan û çareseriyê de têkiliyek heye, ji ber ku ev meseleyeke polîtîk e. Her tiştê ku di nava aktoran de temasê zêde bike, têkiliyê deyne dê tevkariyeke erênî bike. Di pêvajoya çareseriyê ya di nava salên 2013 û 2015’an de li welatê we hin tişt ber bi başiyê ve çûn. Rakirina tecrîdê û pêkanîna diyalogê wê teqez tesîreke bi başî bike û rageşiyê kêmtir bike. Ev dibe ku ji bo çareseriya meseleya Kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn gava yekemîn be. Pêvajoya çareseriyê pêdivî bi diyalogê dibe û rewşa tecrîdê ya bêhiqûqî ya niha tevî rewşa polîtîk jî pêk nayê. Ev rewşa bêhiqûqî bi rewşa polîtîk re eleqedar e. Di heman demê de ji çarçoveya siyasî wêdetir, mafên takekesî yên Ocalan tên binpêkirin.”

Giudiçe, got wî cara pêşî Abdullah Ocalan  di pêvajoya komploya navnetewî de nas kiriye û ji ber wê demê Îtalya di nava komployê de bû ketiye nava gelek hewldanên hiqûqî.

Em ê çavdêriyên xwe ragihînin 

Giudice, destnîşan kir ku  piştî ku delegasyona wan vegeriya di serî de tecrîd têkildarî bêhiqûqiyên ku çavdêriya wan kirine wê ji saziyên pêwendîdar re ragihînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema em vegeriyan welatên xwe ez û endamên me yên delegasyonê her tiştê ku me li vir dît û bihîst em ê belav bikin û ragihînin. Bi taybetî jî derbarê tecrîd, îşkence û zextên li girtîgehan em ê li saziyên xwe zextê bikin. Ya girîngtir jî ew e ku divê ev pirsgirêk ne weke pirsgirêkeke hiqûqî an jî qanûnî weke pirsgirêkeke polîtîk were zanîn û li gorî vê were tevgerîn. Heke pirsgirêkeke hiqûqî hebûya em ê li gorî vê tevgeriyabûna lê pirsgirêkeke polîtîk e. Di vê çarçoveyê de ji bo ku zexta polîtîk li ser saziyên me bikin em ê bikevin nava hewldanê. Dewleta Tirk niha li Rojhilata Navîn aktoreke bixeter e û rewşa heyî ya jeopolîtîk herî zêde bandorê li zextên siyasî yên dikarin bên kirin dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.