Tecrîd parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ye

În 28 Hezîran 2024 - 00:36

  • Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê destnîşan kir tecrîda li ser Rêber Ocalan parçeyek ji polîtîkaya qirkirina Kurdan e, ew ê li dijî tecrîda mitleq xeteke têkoşînê ya gerdûnî ava bikin û heta azadiya Ocalan têbikoşin. Zumrutê her wiha got ew ê plansaziya çalakiyan di demeke nêz de bi raya giştî re par ve bikin.

DELAL AKYUZ / MA / AMED

Ji Rêber Abdullah Ocalan ev meh in ti xeber nayê. Heqê hevdîtinê yê Rêber Ocalan ê bi malbatê û parêzeran re bi rengekî derqanûnî hatiye astengkirin ji alî dewleta Tirk ve. Li dijî tecrîda giran a ser Ocalan kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li seranserê cîhanê hatibû destpêkirin, di asta duyemîn de didome.

 Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut têkildarî tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên li dijî tecrîdê axivî.

Dijî tecrîdê xeteke gerdûnî ya têkoşînê 

Zumrutê da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê ku 25 sal in dewam dike, di 3 salên dawî de wekî "tecrîda mutleq" dewam dike û got: "Polîtîkaya tecrîda li ser birêz Ocalan ne rewşeke asayî ye. Polîtîkayeke ku bi piştgiriya navneteweyî tê meşandin. Ji ber ku birêz Ocalan di 25 salên girtîgehê de li dijî polîtîkayên îşkenceyê li ber xwe da û modeleke nû ya jiyanê afirand. Ev modela jiyana nû ya ku birêz Ocalan eşkere kir hêviyek da gelên cîhanê. Dema em bi vê perspektîfê lê dinêrin, hem Tirkiye hem jî dewletên din naxwazin fikrên birêz Ocalan bigihên civakê. Polîtîkaya tecrîdê bi krîzên li Rojhilata Navîn re bûye zexteke navneteweyî. Wekî gelê Kurd û dostên wan em dixwazin li dijî tecrîdê di asta gerdûnî de xeteke têkoşînê ava bikin."

Gelan Ocalan û ramanên wî qebûl kirin 

Zumrutê diyar kir ku asta duyemîn a kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" bi çalakiyan dewam dike û wiha got: "Ev xaleke gelekî girîng e, ji ber ku polîtîkaya tecrîdê ya li her derê tê meşandin teşhîr dibe. Gel birêz Ocalan û fikrên wî qebûl kirin. Me dît ku di dema kampanyayê de bi çalakiyên girseyî, daxuyaniyên çapemeniyê, meş û nameyan ji Girtîgeha Îmraliyê re tên şandin gel bi qasî Kurdan xwedî li birêz Ocalan derdikevin. Gel Ocalan meraq dikin û ji bo rakirina tecrîda ku tê meşandin têdikoşin. Xeta têkoşînê ya ku me ava kiriye her roj mezin dibe."

Hiqûq di nav lêvên rejîma yekkesî de ye

Zumrutê bal kişand ku tecrîda li Îmraliyê jî parçeyek ji polîtîkaya qirkirina Kurdan e û got: “Yên ku polîtîkaya tecrîdê giran dikin hêzên komploger in. Tirkiye bi pêkanîna vê polîtîkayê hem hiqûqa xwe û hem jî peymanên navneteweyî yên ku pê ve girêdayî ye binpê dike. Mixabin hiqûqa Tirkiyê êdî veguheriye sîstemeke ku di navbera du lêvên rejîma yek zilamî de maye. Em dizanin ku ev wiha bidome, wê qanûn nexebite."

Em ê plansaziya çalakiyan ragihînin 

Zumrutê diyar kir ku ew bi biryar in ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fizîkî Abdullah Ocalan pêk bînin û got: “Herî dawî ji bo Nobeda Ji Ocalan re Azadî ku di 25'ê Hezîranê de ket sala 12'an li gelek navendên Ewropayê bang li CPT û Konseya Ewropayê hat kirin. Têkoşîna li Ewropa ya ku alîgirê komployê ye, girîng dibînin. Ji ber ku eger welatên Ewropayê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin, wê polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Ocalan bi dawî bibin. Em têkoşîna xwe ya ji bo bidawîkirina bêhiqûqiya li Tirkiyeyê didomînin. Di vî warî de em ê di pêş de plansaziya çalakiyên xwe raya giştî re parve bikin. Ji vir em careke din bang li demokrasîxwaz û kesên hestyar dikin ku li dijî bêhiqûqiyê xwedî helwest bin û têbikoşin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.