Tecrîd li pêşiya çareseriyê asteng e

Sêşem 22 Îlon 2020 - 15:57

  • Heyeta bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi nûnerên 26 welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê re civîneke onlîne pêk anî.

Heyeta bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi nûnerên 26 welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê re civîneke onlîne pêk anî. Di civînê de tecrîda li Îmraliyê hate guftûgokirin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy û endamê komîsyonê Nazmî Gur, bi malovaniya Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê, civîneke onlîne bi nûnerên sefîrên 26 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê re kirin.
Di civînê de ku têkiliyên navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyeyê û aloziya li rojhilatê Derya Spî hatin guftûgokirin, rojeva taybet polîtîkayên tecrîdê yên nehiqûqî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û rapora CPT a li ser mijarê bû.
Di civînê de ku saetekê dewam kir, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku li dijî rêveçûna Tirkiyeyê ya otorîterbûnê, divê Yekîtiya Ewrûpa û welatên endam helwesteke hevgirtî nîşan bidin. Bûldan diyar kir, serweriya hiqûqê û demokrasî di têkiliyên navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyeyê de divê diyarker bin.
Bûldan destnîşan kir ku di mijara neçareserkirina pirsgirêka Kurd de tecrîd xwedî roleke girîng e û bal kişand ser rapora CPT. Bûldan anî ziman ku li dijî sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyeyê, divê civaka navneteweyî bi berpirsyarî tevbigerin.
ANF/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.