- Serokê Barayo Amedê Nahît Eren têkilî tecrîda li ser Rêber Apo got wan gelek caran pirs ji xwe kiriye bê ka çima nahêlin ku Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne, dawiyê gihaştine wê encamê mesele ‚‘di ser hiqûqê re ye‘‘ û sedema tecrîda li ser Ocalan ew e ku dewleta Tirk ber bi çareseriya demokratîk a pirsa Kurd ve nayê. Eren her wiha got ji bo rabûna tecrîdê ew ê biisrar bin.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku astengkirina hevdîtinên li Girava Îmraliyê girêdayî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û wiha got, “Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e.”
Eren, destnîşan kir Baroya Amedê du caran ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Dadê daye. Eren, anî ziman parêzerên bi ser Baroya Amedê ve têkildarî binpêkirina heqê hevdîtinê ya bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê, serî li baroyê dane. Eren da zanîn ku wan jî serî li Wezareta Dadê ya Tirk dane û destnîşan kirine ku astengkirina hevdîtinê ya parêzerên girêdayî wan a bi mûvekilên wan re binpê kirine û wan metirsiyên xwe anîne ziman. Eren, diyar kir tevî serlêdanê jî ne baş û ne jî xirab wezareta Tirk ti bersiv nedaye wan û wiha berdewam kir: “Me mijdara 2023’ya ji ber bersiv nedayîna wezaretê careke din serî li wezaretê da. Lê mixabin wezaretê bersiv neda vê serlêdanê jî. Dîsa hefteya borî li Amedê bi qasî hezar û 300 parêzerî ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê re pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan. Mixabin têkildarî vê serlêdanê jî hê ti bersiv nedane.”
Sedem çaresernekirina pirsa Kurd e
Eren, da zanîn ku wan gelek caran ev binpêkirina heqê hevdîtina bi parêzeran re aniye ziman û wan destnîşan kiriye ku ev yek dijhiqûqî ye. Eren, destnîşan kir ev mesele hinek jî di ser hiqûqê re ye û divê hinekî jî li ser pirsa ‘Çima hiqûq nayê pêkanîn?’ bê axaftin. Eren, bi domdarî ev tişt gotin: “Desthilat çima nahêle ev girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin? Weke mînak li Xarpêtê, Amedê hwd. pêkanînên bi vî rengî bi girtiyên di heman statuyê de ne nayên kirin. Ez dixwazim vê yekê bibêjim, ev helwest rasterast bi pirsaKurd ve girêdayî ye. Nirxandina ‘Ji ber cezayê dîsiplînê hevdîtin pêk nayên’ xelet e û nayê qebûlkirin. Desthilat, Wezareta Dadê û em hiqûqnas jî hay ji vê hene. Di bingeha vê yekê de bandora israra neçareserkirina pirsgirêka Kurd ya li ser Girava Îmraliyê heye.”
Hevdîtin wê tundiyê ji holê rake
Eren bi domdarî got,‘‘Heke dewlet an jî desthilat ji bo çareseriyê vînekê nîşan bide hevdîtina bi Ocalan re gelekî girîng e. Her wiha ne tenê Girava Îmraliyê di heman demê de divê hemû dînamîkên civakî berpirsiyariya ku dikeve ser milên wan bi cih bînin. Hê jî li nav civaka Kurd hêviya çareseriyeke aştiyane û bi rêya diyalogê gelek xurt e. Baweriya min heye ku hevdîtina bi Ocalan re dê tundî û polîtîkayên ewlehiyê ji holê rake.”
Dadwerî bi polîtîkaya ewlehiyê tevdigere
Serokê Baroya Amedê Eren got, “Mixabin daraz di van meseleyên polîtîk de bi hêmanên hiqûq, qanûn, rêgezên gerdûnî tevnagere û bi pêvajo û konjonktura siyasî helwest nîşan dide. Niha li Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka Kurd li Girava Îmraliyê li pêşiya hevdîtinê dibe asteng. Ev feraseta dewletê an jî ya desthilatê ye, lê sekna astengdar ya hiqûqê jî nîşan dide ku daraz çi qas di bin bandora desthilatê de ye.”
Eren herî dawî wiha got: “Daraz bi nêrîna desthilatê li van dosyayan dinêre û li gor desthilatê biryaran dide. Ev yek jî di warê bêalîbûn û serxwebûna darazê de cihê metirsiyê ye. Em weke saziyên civakî, sivîl, maf û hiqûqê her carê destnîşan dikin ku divê daraz ji bo herkesî wekhev be. Di vî warî de em ê jî weke rêxistinên hiqûqî di warê rêvebirineke demokratîk û bidawîkirina binpêkirina mafan de biisrar bin.”
Li Enqerê greva birçîbûnê
Greva birçîbûnê ya bi mebesta desteka li grevên birçîbûnê ku ev 64 roj in li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê didome, li Rêxistina Navçeyê ya Enqerê ya DEM Partiyê keye roja 6’an.
Armanca grevê şikandina tecrîdê ye
Rêveberên Bajêr ê Enqerê yê DEM Partiyê Fahrettîn Durmaz têkilî greva birçîbûnê got ji bo ku tecrîda li ser Rêber Apo were şikandin wan dest bi greva birçîbûnê kiriye û got, “Em bang li gelê Kurdistanê û Tirkiyê dikin ku xwedî li grêvên birçîbûnê derkevin û ji girtiyan re bibin deng.”
Em ê têkoşînê bibin serî
Hevserokê Navçeya Etîmesgûtê Mehmet Yanar jî destnîşan kir ev 100 sal in li ser Kurdan tecrîdek hatiye danîn, dema wê ye ku êdî dawî li vê zilmê were anîn û got,‘‘Em têkoşîna xwe geştir bikin û bibin serî. Ji bo tiştên kambaxtir neyên serê me divê em bi hev re têkoşînê geş bikin. Encex bi vî rengî em dikarin heq jê derkevin.”
Rêveberê Navçeya Etîmesgutê Şeref Ozakdag jî got, “Ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çi tişta ji destê me gelan bê em ê bikin. Ji ber vê me ev nobet dewr girt. Girtiyan gotin heke greva dorvegerî ti encamê bi xwe re neyîne ew ê dest bi greva birçîbûnê ya domdar bikin. Ji bo ku tecrîd were şikandin em ê jî çalakiyên xwe bidomînin.”
Hevserokê Navçeya Mamakê Mustafa Karta û rêveberê navçeya Mamakê yê DEM Partiyê Nurettîn Bilîr jî gotin ew tecrîdê qebûl nakin, heta ku tecrîdê bişkînin ew ê çalakiya xwe bidomînin.
AMED/ENQERE