Tecrîd di rojeva Avûstralyayê de ye

Pêncşem 8 Tebax 2024 - 02:50

Parlamentera Partiya Keskan a Avûstralyayê Abigail Boyd sîstema tecrîd û êşkenceya mutlaq a li ser Rêber Abdullah Ocalan, xiste rojeva parlamentoyê. Abigail Boyd di axaftina li parlamentoyê de got:“Mafên gerdûnî û mirovî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine binpêkirin û ji Sibata 1999’an ve ji aliyê hikûmeta Tirk ve li girava Îmraliyê tê ragirtin. Ev ne tenê li hemberî Birêz Ocalan, di heman demê êrişeke li dijî gelê Kurd jî ye. Ji sala 2019’an ve mafê hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzeran re tê redkirin û ji sala 2021’an ve jî mafê hevdîtina bi malbatê re tê redkirin. Ev muamele bi rengekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî û hiqûqa Tirk e. Avûstralya berpirsyar e ku muameleya zextkar û nedemokratîk a rayedarên Tirk rexne bike û bi birêz Ocalan û gelê Kurd re be.”

Boyd diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna edaletê ya gelê Kurd, xwedî rolê sereke ye û got:“Li hemberî dewleta Tirk a zextkar sembola berxwedana Kurd a 100 salan e.”

Boyd destnîşan kir ku mafên mirovî û azadiya Abdullah Ocalan divê di ti şert û mercê de nebe mijara bazarê û bang li hikûmeta eyaleta Başûrê Galler a Nû (NSW) kir ku bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de be û piştgiriyê bide bangên ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Her wiha Boyd ev bang kir:“Divê hikûmeta Awûstralyayê vê bangê li hikûmeta Tirk bike: Divê hikûmeta Tirk ji bo Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û ji bo karibe rola xwe ya di çareseriya wekhev û demokratîk a şerê Tirk Kurd de bilîze bê berdan.”

ANF/RÊNAS LÊLÎKAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.