- Tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan ket meha 29’emîn. Di nava vê demê de 426 serlêdanên hevdîtinê bêbersiv an jî bi hinceta cezayên “dîsiplînê” hatin redkirin.
Rêber Abdullah Ocalan 24 sal in di şert û mercên giran ên tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê ya Ewlehiya Bilind de tê ragirtin. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de bi rêya telefonê li gel wî hevdîtinek kir û ew jî di nîvî de hate qutkirin. Ji wê rojê ve xeber ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Her wiha agahî ji girtiyên cem wî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî nayê girtin. Ev rewş 28 meh li pey xwe hişt û ket meha 29’emîn.
Parêzer tên asteng kirin
Rêber Abdullah Ocalan herî dawî di meha Gulanê, Hezîranê û Tebaxê yên 2019’an de 5 caran li gel parêzerên xwe hevdîtin pêk anîbû. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê kiribû û ev çalakî belavî tevahiya girtîgehan bibû. Tecrîd û greva birçîbûnê bû rojeva sereke ya rayagiştî. Li ser vê yekê, parêzeran di 2019’an de 5 caran li gel Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîn. Parêzeran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzer ji wê demê heta niha nikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin.
Divê hevdîtin hiqûqî be
Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar herî dawî di 12’ê tebaxa 2019’an de bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn. Ji wê demê heta îro hevdîtina malbatan tê astengkirin. Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina 25’ê Aara 2021’an a li gel Mehmet Ocalan a ku telefon di nîvê de qût bûbû wiha axivîbû: “Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di ti hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir tehlûke ye. Dewlet jî pir tehlûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe. Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaşîtî dike û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Ji ber ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”
426 serlêdan hate kirin
Tecrîda mutleq ku di lîteratûra hiqûqê ya navnateweyî de wek “incommunicado” tê zanîn bênavber berdewam dike û hewldanên parêzeran û malbatan jî didomin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat her hefte ji bo hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didn hem jî serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Ji roja 25’ê Adara 2021’ê hevdîtina herî dawî ya li gel Rêber Abdullah Ocalan heta îro parêzeran 297 serlêdan ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê kirine û herî kêm jî malbatan 129 serlêdan kirin e. Ev serlêdan ya bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta cezayên “dîsiplînê” tên astengkirin.
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê serlêdana bi daxwaziya hevdîtinê ya parêzeran di 10’ê tîrmehê de bi hinceta “cezayê dîsiplînê” red kir. Dadgeriyê têkildarî hincet û dîroka cezayê navborî tu agahî nedan.
Tecrîdê rakin
Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan ji bo rakirina tecrîdê li bajarên Qamişlo û Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û banga kirin ku tavilê tecrîd bê rakirin. Parêzeran piştre jî kopyayeke daxuyaniyê radestî rayedarên Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê kirin.
MA/STENBOL