Tecrîd çareseriyê asteng dike 

Yekşem 21 Gulan 2023 - 08:49

Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî hate girtin û ji wê rojê heta niha li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Rêber Abdullah Ocalan, herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû û ji wê rojê ve ti agahî jê nayên girtin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê, rêxistinên civaka sivîl, hiqûqnas, siyasetmedar û aktîvîstên mafên mirovan li bajarên Ewrûpayê û gelek deverên din ên cîhanê çalakî li dar xistin û xebatên wan didomin. 

Herî dawî komeke ji Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ya 3 kesî di 11’ê Gulanê de çû Stenbolê. Profesorê Civaknasî û Antropolojiyê Denis O’Hearn, Cihgira Serokê Koma Çep a Konseya Ewrûpayê, Nûnera Meclisa Parlamenter a Konseya Ewrûpayê û endama Komîteya Şopandinê Laura Castel û Wezîrê Edalet û Karên Hundir ê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson di komê de cihê xwe girtin. Şandeyê, demeke kin beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê hate Stenbolê û bi saziyên Kurdan, jinan, hiqûqî û mafên mirovan re hevdîtin kirin.

 

Divê Ocalan azad bibe

Şande piştî ku serdana xwe temam kir, 16’ê Gulanê beriya Civîna Bilind a  Konseya Ewrûpayê (KE), encamên van serdanên xwe bi raya giştî re parve kirin. Şandeyê da zanîn ku ji bo li Tirkiyeyê guherînek çêbe, divê Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad be. 

Yek ji endamên şandeyê Profesorê Civaknasî û Antropolojiyê Denis O’Hearn têkildarî têkoşîna Kurdan û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan axivî. Ji Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Aslan, bi Denis O’Hearn re peyivî.

 

Xwedî li ziman derkevin

O’Hearn bal bire ser girîngiya ziman û çandê û qala xebatên xwe yên di vê mijarê de li Îrlanda û Amerîkaya Başûr kiribûn kir û got, “Hêzên împeryalîst li her derê û di her mercî de amûra zextê bi kar tînin. Bi vî awayî hegemonyaya xwe ava dikin û diparêzin. Ji ber ku ziman û çandên herêmî ji bo xwe weke gefekê dibînin, zextê li wan dikin. Lewma ya girîng ew e ku mirov xwedî li zimanê xwe derkevin û ji ber ziman ji hev du dûr nekevin.” 

 

Ocalan populer e

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan jî O,’Hearn got, “Asta tecrîdê, rista Abdullah Ocalan jî radixe ber çavan. Jixwe, Ocalan li Ewrûpa û DYE’yê kesekî pirr popûler e. Bi taybetî jî hinek fikrên wî pirr li xweşiya min diçin. Weke mînak; parastina cewherî, fikrên wî yên têkildarî rêxistinên herêmî pirr li xweşiya min diçin. Û li seranserî cîhanê elaqeyeke mezin ji bo van fikran heye. Em dikarin bibêjin, pirr baş vegotiye. Modela ‘Xwerêvebirinê’ li dijî takekesiyê, têgeheke civakî ye. Û ev yek jî ji bo kapîtalîzmê gefeke pirr mezin e. Ev fikir ji bo civakan gef nîne. Divê civak ji van fikran re bibêje ‘tu bi xêr hatî.’”

 

Divê Ocalan biaxive

O’Hearn, bal bire ser tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê û got, “Tevî tecrîdê jî Tirkiyeyê nekarî xwe bigihîne armanca xwe. Jixwe, ev yek ne pêkan e jî. Peywendiyên Ocalan ên bi dinyaya derve re bi temamî qut kirine, lê ev yek wê bi xwe re çareseriyekê neyîne. Divê em bi her kesî bidin zanîn bê ka navê Ocalan çi ye û ew kî ye. Tişta ewilî ya ku divê em li Ewrûpayê û DYE’yê bikin ev e; divê li dijî Tirkiyeyê em zextê bidin avakirin. Tişta bingehîn a ku divê em bibêjin ev e; bihêlin bila biaxive. Tişta ku em jê re dibêjin, guherîna civakî, ji van fikran diafire.”

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.