Tecrîd bûye rejîma Tirkiyê

Duşem 13 Gulan 2024 - 00:45

Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglu diyar kir tecrîda li ser Ocalan ji polîtîkaya îmha û înkara Kurdan ne qut e, tecrîda bi navenda Imraliyê li hemû qadên jiyanî berbelav bûye, desthilata Tirk bi têkçûna 31’ê Adarê re konsepta şer li ber xwe daniye, dijî vê banga têkoşîna giştî kir.

Parlamentera Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu destnîşan kir tecrîda bi navenda Imraliyê ya li ser Ocalan hatiye danîn berbelavî hemû qadên jiyanê bûye û got,’’Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku nîşaneya vê sîstemê ya li welêt e, polîtîkayên qirêj ên ku bi kodên netewe-dewletê dike bi rejîma tecrîda mutleq a li Girtîgeha Girava Îmraliyê berbiçav kiriye."

Tecrîd têkilî polîtîkaya faşîst e

Halîde Turkoglû bi berdewamî bal bire ser polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk a bi armanca krîmînalîzekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan û got,’’Rejîma ku ev polîtîkayên wê îflas kir, kete nava lêgerîna li hêzeke nû û hîn bêhtir giranî da ser zext û otorîtebûyînê. Hedefa rejîma zordar careke din bû gelê Kurd, jin, ciwan, karker, kedkar û gelên bindest. Fikrê ku her mirovên alîgirê demokrasî, wekhevî û azadiyê li ser digihêjin hev jî, bû hedefa esasî. Tecrîda mutleq a li Girtîgeha Girava Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin, nabe ku ji van hemûyan cuda bê nirxandin."

Ji ramanên Ocalan ditirsin

Halîde Turkoglû diyar kir ku aqlê dewleta Tirk ku dixwaze pêşî li berbelavbûna perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li cîhanê bigire, bi girankirina tecrîdê dixwaze li pêşiya çareseriyê bibe asteng. Turkoglu got,"Ji ber ku fikrê jiyana azad û wekhev ê gelan ê li dora paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a Birêz Ocalan li vê xakê bi cih tê, tecrîd hate girankirin. Çareseriya li dijî hêzên ku di pirsgirêka Kurd de neçareseriyê ferz dikin, afirandina Rêya 3'yemîn e û ev fikir li nava gel hatiye qebûkirin. ‘’

Aqlê dewletê wê têk biçe

Halîde Turkoglû ragihand ku tecrîda li ser gelê Kurd her roj hîn giran dibe û got, "Ji bo rewakirina polîtîkayên ku neçareseriyê li pirsgirêka Kurd ferz dikin, tecrîd tê girankirin. Ji bo fikrê Birêz Ocalan li nava gelan, jinan, ciwanan, karker, kedkar û bindestan hîn bêhtir belav nebe, israr di tecrîdê de tê kirin. Rakirina tecrîdê tê wê wateyê ku fikrê demokrasî, hiqûq, wekhevî û azadiyê hîn bêhtir bigihêje gelan. Tê wateya rû bi rû bûna li sûcên li dijî mirovahiyê, eşkerekirina rastiyan li ser vê xakê ye. Aqlê dewletê ku li ser rêya bêhiqûqî û faşîzmê dimeşe, bi israra di tecrîdê de careke din wê mehkûmî têkçûnê bibe. Mîna ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de têk çûn."

Li dijî konsepta şer têkoşîna giştî

Halîde Turkoglû berxwedana li zindanan a ji bo rabûna tecrîdê bi bîr xist, got heta ku ev daxwaz nebe xwedî xisletekî civakî dewlet bi paş ve gav naavêje,destnîşan kir piştî têkçûna di hilbijartina 31’ê Adarê de desthilata Tirk konsepta şer daniye ber xwe û got,’’Bi polîtîkayên ku neçareseriyê li ser pirsgirêka Kurd ferz dike, li ser Rojava û Başûr operasyonan dike ku ev yek bêguman nabe ku ji vê rewşê cuda bê nirxandin. Konsepta şer li ser înkar û îmhakirina Kurdan hatiye amadekirin. Wê tecrîda li ser fikrê ku vê siyaseta şer têk bibe, israr bike. Li dijî vê bêhiqûqiyê divê rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, karker, kedkar, jin, ciwan û hemû bindest li dijî tecrîdê tevna têkoşînê bi rengê herî xurt ava bikin. Bi kombûna di siyaseta rêya 3'yemîn de, bi avakirina yekîtiya herî xurt a dijberiya şer tecrîd dikare bê şikandin.’’

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.