Hunermendên Kurd Samî Seedûla û Hekîm Sefkan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xistin û diyar kirin tecrîd tenê bi têkoşîn û berxwedanê dikare bê şikandin. Seedûla û Sefkan gotin Ocalan divê ji hêla fizîkî ve were azadkirin. Hunermend Samî Seedûla bal bire ser têkoşîna gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî artêşa Tirk a dagiker, diyar kir artêşa Tirk a dagirker li pêşberî têkoşîna gerîlayên azadiyê şikestiye. Seedûla êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got:‘‘Bi ya me êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîlan jî, ên li dijî gerîlayan li çiyayên azad jî têk diçe. Ji ber vê têkçûnê berê xwe dide sivîlan û komkujiyan dike. Hewldanên dewleta Tirk li bara vîna gelê Kurd wê bi ser nekevin.
Divê daxwaza azadiya fizikî xurt be
Seedûla bi berdewamî derbarê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan de got,‘‘Lazim e dewleta Tirk dev ji vê siyaseta xwe ya qirker berde. Divê daxwaza ji bo azadiya fizîkî ya Rêzdar Ocalan geş û gurtir bibe. Divê gelê Kurd li dijî tecrîdê bêdeng nemîne û ji bo azadiya Ocalan xwedî helwest be.‘‘‘ Seedûla îşaret bi bêdengiya Hikûmeta Herêmê Kurdistanê ya li derbarê êrişên dewleta Tirk û got,‘‘Ger li Rêber Ocalan xwedî derkevin û Kurd hemû li çar parçeyên Kurdistanê dakeve qadan, wê dewleta Tirk nikaribe êrişên xwe bidomîne.‘‘
Hûn nikarin me teslîm bigirin
Hunermend Hekîm Sefkan jî diyar kir kampanyaya ‚‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsa Kurd çareserî‘ peyama, ‘Hûn nikarin me teslîm bigirin, em li ser piyan in‘ dide.
Hunermend Hekîm Sefkan tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, weke ‘sûcê li dijî mirovahiyê‘ bi nav kir û got,‘‘Tecrîd êşkenceyeke ji her cure êşkenceyê wêdetir e. Bi tecrîdê re êşkence li milyonan Kurd, li mirovên demokrat tê kirin.‘‘
Werin em tirsê bişikînin
Sefkan îşaret bi kampanyaya ‚‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsa Kurd çareserî‘ kir û got:‘‘ Em hunermend jî tevî vê kampanyayê bûn. Me hin çalakî kirin. Di hemû çalakiyên me de azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê xwestin.‘‘ Sefkan diyar kir çalakiyên ku li Kurdistanê, Tirkiyê û cîhanê dibin li dijî tecrîdê dibe bersiv û got bi van çalakiyan ji dewleta Tirk re tê gotin,‘‘Tişta ku hûn ji bo me hêvî dikin nabe. Hûn nikarin me teslîm bigirin, em li ser piyan in.‘‘ Sefkan her wiha got, tecrîd bi berxwedan û têkoşînê dikare were şikandin.
Hunermend Sefkan herî dawî diyar kir tecrîd di şexsê Rêberê Gelê Kurd de li ser Kurdan tê danîn û got:‘‘Ew tecrîd li ser me êşkenceyek e. Bi salan e bi hezaran kes hatin girtin, şehîd bûn, niha jî bi deh hezaran mirov li zindanan e. Bi taybetî ez bang li hunermendan dikim, werin em fikrê tirsê bişkînin. Çawa ku dewleta Tirk dixwaze li her qadê me têk bibe, divê em jî li her qadê ji bo hebûna xwe bixebitin.‘‘
NAVENDA NÛÇEYAN