Ji 25'ê adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta cezayên "disiplînê" bi awayekî sîstematîk tên redkirin. Endamê Fexrî yê Navenda Giştî ya ÎHD'ê Şevket Akdemîr, diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li ti welatekî ne li gor qanûnê ye û got ku tecrîd ne tenê Tirkiyeyê bandorê li hemû Rojhilata Navîn dike. 

Akdemîr diyar kir ku li gor daneyên ÎHD'ê herî kêm 600 girtiyên nexweş hene û wiha bal bire ser bandora tecrîdê ya li girtîgehan:"Tecrîd bandorê li girtîgehan dike. Her wiha bandoreke mezin li aboriya welêt jî dike. Ez di dema pêvajoya çareseriyê de di Komîsyona Şopandinê ya Komeleya Mafên Mirovan de bûm. Ez li her derê welêt daxilî nava xebatan bûm. Her kes rihet bû. Lewma ji bo vegera li wan rojên berê divê tecrîd bê rakirin û pêvajoya aştiyê jinûve bê avakirin." 

Bandorê li Rojhilata Navîn dike

Akdemîr anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikrên xwe ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bûye ronahî û got;"Ger Ocalan karibe bi rihetî fikrên xwe bilêv bike, wê ji bo Tirkiye, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê baş be. Niha em di nava buhraneke aborî de ne. Sedema vê şer e. Lêçûnên leşkerî biqasî tevahiya budçeya Tirkiyeyê ye. Ger tecrîd bidome, wê li welêt alozî rû bide û krîza aborî kûrtir bibe. Ger tecrîd bi dawî bibe, wê mirov rihet bibin, wê aştî û aramî bê welêt. Tecrîd ne tenê Tirkiyeyê, bandorê li hemû Rojhilata Navîn dike. Lewma tavilê divê ev tecrîd bê rakirin. Bi taybetî jî divê CPT ji bo vê tevbigere. Her wiha divê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî di vî warî de hesas bin." 

Rewşa me bi qudret e

Meclisa Ciwanan a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk di çaçroveya "Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet" de li Stenbolê "Şahiya Ciwanan" li dar xist. Ciwanên ku tevlî şahiyê bûn, bandora tecrîdê ya li ser ciwanan nirxandin. 

Ramazan Akgoz anî ziman ku ew tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û wê li dijî vê tecrîdê têbikoşin û got: "Li ser ciwanan polîtîkaya tepisandinê tê pêkanîn. Bi vê re naxwazin ciwan pêş ve biçin. Lê em ê rê nedin van polîtîkayan. Ji bo Rêber Abdullah Ocalan çi ji destê me bê em ê bikin û em ê tecrîdê bişikînin. Ciwan tim li vir in. Rewşa me biqudret e."  

Mûrat Çelîk jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li ser gelê kurd tê pêkanîn û got:"Êşkenceya li birêz Ocalan tê kirin û tecrîda li ser wî, li gelê Kurd tê kirin. Wî, kurdên parçebûyî û belawela anîn cem hev. Lewma her êrişeke li hemberî wî, li gelê Kurd tê kirin. Di ser birêz Ocalan re gef li gelê Kurd tên xwarin. Lê gelê kurd wê tu carî serî li ber gefan natewîne û wê hertim têbikoşe."  

Azad Cevîz jî anî ziman ku ji ber ti xeberê ji Rêber Abdullah Ocalan nagirin fikarên wan zêde bûne û got ku ew dixwazin xeberê ji Îmraliyê bigirin. Cevîz li dijî tecrîdê îşaret bi yekîtiya Kurdan kir û got:"Bila gelê Kurd bibe yek. Gava em bibin yek, em ê ji heq van pirsgirêkan derkevin. Bila kes netirse, ji lewre tirs mirovan biçûk dike." 

NAVENDA NÛÇEYAN