‘Tecrîd 24 salan bi ser neket’

Çarşem 6 Tîrmeh 2022 - 22:42

  • “Civakên Swêd û Fînlandiya vê yekê qebûl nekin. Heger bi gotina Erdogan bikin, ew ê hilweşin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû li ser lihevkirina navbera hikûmeta Swêd û Fînlandiya ya bi dewleta Tirk re got: “Civakên Swêd û Fînlandiya vê yekê qebûl nekin. Heger bi gotina Erdogan bikin, ew ê hilweşin.”

Mûstafa Karasû beşdarî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû û gelek babet nirxandin. Karasû îşaret bi tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan kir û got, “Li ser Rêber Apo 24 sal in polîtîkaya tecrîdê tê meşandin. Lê belê carinan hem ji ber şerê taybet hem jî ji ber encama têkoşîna gelê me hevdîtinan didin kirin. Girtiyek nîne ku timî cezayê dsîplînê lê tê birrîn. Çi siyasî be çi jî edlî be. Çima ewqas cezayên dsîplînê li Rêber Apo dibirrin? Bi taybetî jî li hucreya yekkesî. Ev di çarçoveya şerê taybet de ne û li ser vê bingehê nahêlin parêzer wî bibînin. Nahêlin malbat hevdîtinê pê re bike. Şerê li dijî Rêber Apo tê kirin şerekî taybet e. Cezayên dsîplînê yên li Îmraliyê û polîtîkaya tecrîdê nîşan dide ku têkoşîna dewleta Tirk çiqasî bêbingeh e, çiqasî qels e, çiqasî bêhêz e, şerekî riziyayî ye ku xwe naspêre ti mafî û lawaz bûye. Piştgiriya ji bo Rêber Apo zêde dibe. Di çarçoveya fikrên Rêber Apo de rêxistinî û têkoşîn mezin dibe. Polîtîkaya tecrîdê ya 24 salan bi ser neket, ji niha û pê ve jî nepêkan e ku bi ser bikeve.”

Xiyanet nebe gavekê jî nikarin biavêjin

Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî qadên gerîla û şerê gerîla nirxandin û got, “Niha li Zap, Avaşîn, Metîna û herêmên din berxwedaneke fedaî heye. Vê berxwedanê beriya her tiştî nîşan da ku gelê Kurd dikare dewleta Tirk têk bibe. Gelê Kurd dît ku ne ji xiyanetê û nokeriyê be, heger Kurd bibin yek, wê dewleta Tirk nikaribe gaveke bi tenê jî biavêje. Gelê Kurd ev yek dît. Gerîla hêza gelê Kurd nîşanî gelê Kurd û tevahiya cîhanê da. Ciwanên Kurd êdî bi vî rengî ne. Fedaî ne.

Ew dikarin her cûre têkoşînê bimeşînin û encam dikare bê bidestxistin. Ev giring bû. Par meha Sibatê li Garê êriş kirin, qaşo wê derbeke mezin lê bixista, êsîr werbigirta û bi vê ‘serketina mezin’ hilbijartin pêk bianiya. Nebû, têk çûn. Niha êriş dikin. Sal û nîveke, ew van êrişên xwe dewam dikin. Duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê her cûre teknîkê bi kar tîne, lê nikare encamê bi dest bixe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.