- Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi boneya salvegera 5`an a rizgarkirina Tebqayê, pîrozbahiyek li dar xist.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi boneya salvegera 5`an a rizgarkirina Tebqayê, pîrozbahiyek li dar xist.
Hin fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), şêx û rûspiyên herêmê, endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Sûriya Siberojê, endamên saziyên leşkerî û sivîl tev li pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahî li parka Bendava Firatê ya li bakurê Tebqayê hate lidarxistin. Di destpêka şahiyê de hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî got, “Bi saya fedakariyên şehîdan, Tebqa ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin. Îro rojeke dîrokî ye.”
Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Muşrêf jî salvegera rizgarkirina Tebqayê li xelkê herêmê û bi taybet li gelê Tebqayê pîroz kir.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Emîre Mihemed jî got, her sal terorîst û ajande û çeteyên wan hewl didin tevna nîştimanî û hevgirtina civakî ya herêmê têk bibin, lê belê gelê herêmê bi têgihîştina xwe, bi hêza xwe ya leşkerî û ruhê kolektîv di 5 salên dawîn de îsbat kir ku ev fitne wê bandore li îradeya wan neke. Em ê destketiyên şoreşa xwe û ewlehiya xelkê herêmê biparêzin.”
Piştî axaftinan, koma Duret El-Firat ya çandê û hunermend Sebrî Botan û hunermendê iraqî Mihemed El-Samirî, stran gotin.
ANHA/TEBQA