Tê gotin, pêşmergeyekî Lîwaya 3 ya ser bi Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, di dema li ser erka xwe bû, li çeperên li nêzî Xaneqînê bi çekê xwe kuştiye.
Li gorî agahiyên Berdevkê Polîsên Germiyan Elî Qedurî dane, doh destê sibehê, pêşmergeyê bi navê Ebas Ebdulah Hesîb ê temen 41 salî dawî li jiyana xwe anî.

Pêşmergeyê dawî li jiyana xwe anî an jî hat kuştin xelkê navçeya Xaneqîn a ser bi Diyale ye. Elî Qedurî ev agahî dan Rojnews’ê: “Li gorî gotina welatiyan, pêşmerge li ser erka xwe bû. Li nêzî Xaneqînê bi guleyê dawî li jiyana xwe aniye. Lê, sedem nayê zanîn.”

ROJNEWS/GERMIYAN