Malbatên Pêşmergeyan: Gerîla pêşengên me ne

Çarşem 29 Gulan 2024 - 00:55

Malbatên ˊPêşmergeyên Rojˊ diyar kirin gerîla bira û pêşengên wan in, zaroyên wan hatine xapandin, bang li ‘Pêşmergeyên Roj’ kirin ku çekê bavêjin, bes xiyanetê bikin. Bang li zarokên xew kirin ku êdî xiyanetê nekin, nebin maşikê dewleta Tirk a dagirker.

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze komên ˊPêşmergeyên Rojˊ li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bike û wan wek çete li dijî gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi kar bîne. Têkildarî wê, malbatên çekdarên ˊPêşmergeyên Rojˊ bang li zarok û birayên xwe kirin.

Çeka xwe bavêje

Welatiyê bi navê Enwer Mihemed Cafer (54) ê ji Qamişlo ku kurê wî di 16 saliya xwe de tev li ˊPêşmergeyên Rojˊ bûb got, "Dema ku kurê min tev li 'Pêşmergeyên Roj' bû ew biçûk bû. Her Kurdê ku dijmintiya birayê xwe yê Kurd bike em li dijî wî ne. Eger ji te xwestin tu dijmintiya birayên xwe yên Kurd bikî, çeka xwe bavêje û ji wan cuda be."

Birayê min xapandin

Ji heman bajarî, Yûsif Ebdulbarî Mihemed (42) bang li birayê xwe Ebdulbarî yê ku ji destpêka damezirandinê ve tev li "Pêşmergeyên Roj" bûye kir ku çekê xwe bavêje. Yûsif Ebdulbarî destnîşan kir ku rewşa birayê wî ne baş e.

Yûsif diyar kir ku birayê wî bi wan hat xapandin. Yûsif anî ziman ku dema ku ew tev li wan bûye, wan jê re gotibû ku ew girêdayî Koalîsyona Navneteweyî ne û got: "Lê belê em dibînin ku ew girêdayî dagirkeriya Tirk in."

Gerîla pêşêngên me ne

Yûsif xîtabî birayê kir û wiha domand: "Em li dijî şerê li dijî gerîlayan in. Gerîla birayên me û pêşengên me ne. Ez nahêlim birayê min li dijî wan şer bike û xiyanetê li gelê xwe bike."

Divê em hêzên xwe bikin yek

Ehmed Hisên Elî (54) ku kurê wî Serbest di 2012'an de tev li ˊPêşmergeyên Rojˊ bûbû diyar kir ku kurê wî destpêkê dizanibû ku ew tev li hêzên Başûrê Kurdistanê bûye, lê belê paşê nas kir ku ew tev li ˊPêşmergeyên Rojˊ bûye.

Hisên diyar kir ku rewşa kurê wî xerab e û ji 20 mehan ve muçeya xwe nestandiye.

Hisên destnîşan kir ku Kurd tev bira ne û got: "Ez li dijî her Kurdekî me ku şerê birayê xwe yê Kurd dike. Pêwîst e em hêzên xwe bikin yek û bi azadî li ser xaka Kurdistana yekbûyî bijîn. Ev daxwaza her Kurdekî ye, ji ber ku dema dijmin êriş bike cudahiyê naxe navbera me û her kesî dikuje.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.