Êdî kêr gihîştiye hestî
În 31 Gulan 2024 - 00:19
3 birayên Heysem Mehmûd Elî yên bi navê Xesan, Basil û Mihemed di sala 2012`an de ji Rojavayê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê bûne. Heman salê tevlî avakirina koma bi navê ‘Peşmergeyên Roj!’ bûne. Di vê dema ku ev kom careke din ketiye rojevê ku dewleta Tirk û PDK`ê dixwazin dijî gerîla kar bînin de, Heysem Mehmûd Elî careke din bang li hersê birayên xwe kir. Heysem Mehmûd Elî da zanîn ku dema birayên wî nû tevlî vê komê bûne jî nerazîbûn nîşan da ye û got:“Dema ji me re gotin ku bûne Peşmergeyên Roj min got `ev ne xêr e.”
Mehmûd Elî, destnîşan kir ku desthilata Başûr Kurdan radestî rejîma faşîst a Tirk dike, lewma pêwîste her kes li hemberî wê desthilatê derbikeve û got:“Çawa dikarin li wî welatî jiyan bikin ku Kurdan teslîmî dijmin dikin. Heta îro jî şerme ku dibêjin em Kurdin. Ala dewleta Tirk li kelahan de didaliqînin. Şerm e. We dest ji welatê xwe berda û çûn. Lê hûn li vir bûna, we dikarî parastina welatê xwe bikira. Eger bi rastî jî hûn leşkerên welatê xwe bûna, hûne li wir na, li vir bûna. Tevlîbûna nav Peşmergeyê Roj gelekî şaş e. Ji nivê rê vegerin, ji we re baştir e.”
Em cenazeyê wan jî qebûl nakin
Heysem Mehmûd Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi salane nikare gerîla têk bibe, lewma ev kom jî nikare û wiha axivî: “Hûn kî ne? Çawa wê herin şerê birayên xwe bikin? Yên li wan çiyayan têdikoşin rihê me ne. Peşmergeyê Roj nikarin Kurdan bişikînin. Yê ku bi dijmin re dimeşe, ne Kurd in. Ma namusa mirovan bi pera ye? Cenazeyên wan li wir birizin jî nabe ku derbasî Rojava bibin.” “Êdî kêr gihîştiye hestî”; bi van gotinan Heysem Mehmûd Elî bang li her 3 birayên xwe û endamên ‘Peşmergeyên Roj!’ kir:“Em bi hêvîne hemû li xwe vegerin û vegerin welatê xwe. Banga min li hemû kesên di nav Peşmergeyên Roj de ne, ev e; ew der ne cih û ne rêya we ye. Li wir bi we dikenin, bi mejiyê we dilîzin. Dijmin silavê dide we, lê dizanin wê bi çi rêyê li we bizivirê. Êdî kêr gihîştiye hestî. Dema ku hûn li xwe venegerin cihê we jî liv ir tine ye. Hûn zarokên vî welatî ne, cihê we ne li wir e. Li welatê me kar heye, jiyan heye, parastin heye.” Heysem Mehmûd Elî di dawiyê de hişyarî da 3 birayên xwe û got:“Ger Peşmergeyên Roj êrişî gerîla bikin wê xwediyên wan jî li vir nebin. Wê demê hebûn û tinebûna we ye. Bila kes xwe bi dijmin re nebine. Em bi hêvîne wê çeke deynin.”
ANHA/QAMIŞLO