Tawisê ji piyên Swapnayê peydabûyî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 23 Mijdar 2020 - 01:28

Ev resmê teyrê tawis ê rengîn, bi detayên xet û rengandinê balê dikişîne ser xwe. Tê de ew hendazetî, ew eşqa ji bo behskirina kite bi kite xuya ne. Ew ne ji destê hunermendeke jin derketine, lê ji piyên wê derketine. Hunermenda Hindistanî, Swapna Augustine ew çêkiriye. Gava ku Çileyê 1975´an ew li Kerala ya ser bi Pothanikadê hat dinê, her du destên wê jî nebûn. Hê ji zarokatiya xwe ve ew fêr dibe her karê xwe bi xwe bike, lê li şûna destên xwe wê piyên xwe bi kar dianîn. Hê hingê wê dest pê kir ku bi piyên xwe resman xêz bike û birengîne. Dê û bavên wê, û mamosteyên wê pişta wê girtin, alîkarî pê re kirin û ew teşwîq kirin. Hê li dibistanê bû ew bû hunermendeke jêhatî. 

Weşana di rojnameyên xwendekaran û kovarên ciwanan de destpêk bû. Piştre wê di gelek pêşangehên komî de cihê xwe girt. Ew ji sala 1999´an ve endama Komeleya hunermendên bi devê xwe û piyên xwe direngînin (MFPA ) e.

DELHIYA NÛ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.