• 12 rêxistin û saziyên Kerkûkê ji hikûmetên Bexda û Hewlêrê xwestin Beesiyên ji qirkirina Enfalê berpirsiyar neyên parastin û bên dadgehkirin. Wan xwest gorên komî yên mayî jî werin tesbîtkirin û cenaze li malbatan bên vegerandin. 

Li Kerkûkê 12 rêxistin û saziyan bi daxuyaniyekê diyar kir ku hikûmeta Iraqê û ya Hewlêrê tawanbarên Enfalê diparêzin. Wan xwest ku tawanbarên Enfalê werin dadgehkirin û ji bo derxistina holê ya gorên komî lez bê kirin.

Li ber Pirtûkxaneya Giştî ya Kerkûkê bi boneya salvegera 34´an a qirkirina Kurdan a bi desztê rejîma Beesê yanî Enfalê, 12 rêxistin û saziyan, daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê. Wan got, tevî ku hikûmeta Bexdayê û ya Hewlêrê jî li ser xwîna qurbanî û mexdûrên qirkirinê hatine avakirin, bûne star ji berpirsin qirkirina Enfalê re.

Li şûna ceza bikin xelat kirine

Aktivîst Hêmin Heseb daxuyaniya hevbeş a rêxistinan xwend û di daxuyaniyê de got, “Mixabin her sal daxwazên me dubare dibin, ji ber ku sozên ku rayedarên Bexda û Hewlêrê dabûn nayên pêkanîn. Ev jî di demeke welê de ye ku hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê li ser xwîna qurbaniyên komkujiyan hatine avakirin. Lê mixabin, her du hikûmet bûne stargeh ji bo tawanbarên jenosîd û qirkirinan. Bi dehan tawanbarên komkujiyên serdema Beesê bi saya van her du hikûmetan, azad dijîn, muçeyê wan tê dayîn, heta hinek ji wan jî bi pile û post bin, rayedariyê dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de Hêmin Heseb daxwaz ji hikûmeta navendî ya Iraqê û ji ya Hewlêrê kir, da ku bikin ku tawanbarên Enfalê werin dadgehkirin. Ji bo ku ev pêşvajo bibe jî, wan xwest navên wan tawanbarên ne li Iraqê jî bidin polêsê navneteweyî Interpolê.

Yek ji daxwazên din ew bû ku tevayî gorên bi komî yên mirovên Enfalkirî yanî di dema qirkirinê de hatin kuştin, bi lez werin vekirin. Piştî vê jî bi testên DNA´yê malbatên wan bên tesbîtkirin û cenazeyên wan li gorî wecîbeyên dînî û çanda civakî bên veşartin. 

ROJNEWS/KERKÛK