Tavilê rewşa Ocalan eşkere bikin
Pêncşem 7 Kanûn 2023 - 00:24
Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan derbarê eşkerekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi taybet piştî erdheja li bajarê Gemlîkê çêbûye daxuyaniyek da.
Însiyatîfê di destpêka daxuyaniya xwe de got derbarê kiryarên derqanûnî û dermirovî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên meşandin de cîhan îro di rewşeke bi fikar de dijî.
Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de hişyarî da û got êdî girtîgeha Îmraliyê ya ku tê de Rêber Abdullah Ocalan ragirtî ye, cihekî pir xeter e, nexasim piştî erdheja dawî ya li nêzî girtîgehê çêbûye.
Însiyatîfa Nûn di daxuyaniya xwe bang li tevahî gelan kir ku xwepêşandanên xwe zêde bikin û helwestekê nîşan bidin, heta rewşa Rêber Abdullah Ocalan eşkere dibe û li ser tenduristiya wî ewle dibin, her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan bizanin. Di daxuyaniya xwe de însiyatîfê got daxwaza wan a yekemîn tecrîda derqanûnî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî be û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê. Her wiha bang li CPT′yê kir ku helwesta xwe derbarê kiryarên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike eşkere bikin.
Însiyatîfê di dawiyê de got Rêber Abdullah Ocalan jêdera îlhama fikrî û rizgariya tevahî gelên azadîxwaz e û daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger be û wê ji bo vê daxwazê her di nava xebatan de bin.
NAVENDA NÛÇEYAN