‘Tarîxa Meyafarqînê’ êdî bi Kurmancî ye

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 28 Cotmeh 2023 - 00:08

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkeke dîrokî ya bi navê “Tarîxa Meyafarqînê” çap kir. Pirtûk derheqê dîroka Dewlete Merwaniyan de yek ji çavkaniyên herî sereke ye. Pirtûk di navbera salên 1116-1181’ê de bi destê Îbnu’l-Ezraqê Fariqî ve hatiye nîvîsandin ku ew bi xwe jî ji Farqînê ye.

Weşanxaneya Nûbiharê, sala 2014’an pêşîn çapa vê kitêbê ya Erebî bi amadekariya Dr. Kerîm Farûq el-Xûlî û Yusuf Baluken weşandibû, vêga jî çapa wê ya Kurmanciyê bi wergera Emîn Narozî diweşîne.

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka “Tarîxa Meyafarqînê” wiha dide nasîn;
“Ev kitêb, yek ji wan berheman e ku mîna Ansîklopediyekê li ser bûyerên serdema navîn gelek agahiyên berfireh î girîng pêşkêşî me dike. Belkî ji navê kitêbê yê Tarîxa Meyafarqînê tê gumankirin ku Îbnu’l-Ezreq, hew li ser bajarê Farqînê û bûyerên wê nivîsiye; lê ya rastî ew çawa li ser avakirina Farqînê ya kevnar ku di serdema Bizansî û Sasaniyan de pêk hatibû, agahiyên dûr û dirêj dide; herweha ew gelek agahiyên berfireh î girîng ên tarîxî, kultirî û siyasî derbarê serdemên berê de jî dide, xasma jî yên sedsala şeşan/dozdeyan, ku Îbnu’l-Ezreq bi xwe jî tê de jiyaye. 

Ew, ji bilî agahiyên giştî li ser xelîfeyên Emewî û Ebasiyan digel desthilatdarî û xanedaniyên serdest û bindest ên hawirdorên xelîfeyan -mîna Buweyhî, Selçûqî û yên din-, ew li ser xanedanî û desthilatên tabi‘ên wan jî rawestiyaye. Ji nav wan jî ew bi taybetî li ser mîrnişînî û xanedaniyên ku li Meyafarqîn û Amedê digel navçe û herêmên ser wan hikûm kirine, disekine. Lê herî bêhtir jî ew agahiyên berfireh li ser desthilatdariya Hemdanî, Merwanî, Artuqî û Sekmanên Xelatê dide.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.