Têkoşîna li dijî narkotîkê
Çarşem 30 Nîsan 2025 - 02:45
'Platforma têkoşîna li dijî narkotîkê' ya li Amedê hate avakirin, dest bi kar dike. Şêniyên Amedê li ser mijarê gotin, "Girêdana bi madeyê yek ji pirsgirêkên herî girîng ên civakê ye, dibe sedema birînên kûr. Pêwîstî bi guhertin û veguhertineke girîng heye. "
Li Amedê temenê bikaranîna madeyên narkotîkê li gorî hin raporan daketiye binê 12 salî. Li bajêr ji bo hişyarkirina civakê ya têkildarî mijarê bi beşdariya gelek sazî û rêxistinên civakî yên sivîl platformeke nû ava bû. Rêxistiniya ku bi navê 'Platforma têkoşîna li dijî narkotîkê' hate ragihandin, ji xwe re dike armanc ku ji bo parastina ciwanan û civakê planên çalakiyê yên hevpar amade bike.
Platformê bi meşeke bi beşdariya bi hezaran kesî deklarasyona xwe ragihand û wê di demeke nêz de dest bi kar bike.
Endamên platformê û şêniyên bajêr li ser karên ku wê li dijî bikaranîna madeyên narkotîkê bidin destpêkirin axivîn.
Ji Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê endamê platformê Recep Orûç anî ziman ku temenê bikaranîna narkotîkê her roj dadikeve, ev yek di nava civakê de dibe sedema birînên giran û destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wan platformeke nû ava kirine.
Zeynep Kaya jî diyar kir ku rewşa heyî ji ber polîtîkayên şerê taybet rû daye û got, "Girêdana bi madeyê yek ji pirsgirêkên herî girîng ên civakê ye, dibe sedema birînên kûr. Pêwîstî bi guhertin û veguhertineke girîng heye. "
Ji ciwanên beşdarî meşê bûn Buşra Korûk jî got, "Girêdana bi madeyê dikare bê têkbirin; ji bo ev yek bisekine û pêşî lê bê girtin weke ciwan em ê bixebitin. "
Lutfiye Çanakçik jî diyar kir ku karê tê kirin hêzê dide wan û got, "Em dixwazin civakê ji vê jehrê rizgar bikin. Em nifşekî paqij, civakeke paqij dixwazin."
ANF/AMED