Talan û diziya Tirkan tê belgekirin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 7 Adar 2022 - 22:06

  • Yek ji rêveberên Komîteya Çandê Ferhad Şukrî dibêje, “Heta niha me gelek şûnwarên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rûxandin û berhemên hatine dizîn, belge kirine.

Meclîsa Girê Spî, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî mîrateya şaristanî û çandî ya kantona dagirkirî belge kir û bang li rêxistinên peywendîdar kir da ku fişarê li dewleta Tirk bikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji destpêka dagirkirina Girê Spî ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de, cihên dîrokî yên kantona Girê Spî û gundewarên wê wêran dikin û gelek berhemên dîrokî didizin, her wiha beşek mezin ji cihên dîrokî kirine baregehên leşkerî da ku nasnameya şaristanî ya herêmê têk bibin.

Li gorî çavkaniyên ji herêma dagirkirî û gundewarên wê, hejmarek ji şûnwarên dîrokî yên wekî; Girê Sehlan, Dehlîz, El-Sabî El-Abyad, Bajarê El-Far û wekî din, her wiha hinek cihên din jî kirin baregehên leşkerî. Di nava van de Kefîfa ya dîrokî jî heye.

Meclîsa kantonê bi rêya Komîteya Çandê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şûnwaran, belge dike.

Didizin û dibin Tirkiyeyê

Yek ji rêveberên Komîteya Çandê Ferhad Şukrî dibêje, “Heta niha me gelek şûnwarên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rûxandin û berhemên hatine dizîn, belge kirine. Til Sehlan a dîrokî li gundê Xirbêt Riz a gundewarê Girê Spî hate xerakirin û tiştên di hundirê wê de jî hatin dizîn."

Ferhad Şukrî dide zanîn ku gelek şûnwarên dîrokî ji aliyê bazirganan ve rasterast bi destê hêzên dewleta Tirk a dagirker hatine dizîn û ew birine Tirkiyê.

Ferhad Şukrî dibêje dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze şaristanî çanda herêmê tine bike: “Dewleta Tirk a dagirker bi rêya van sûcan armanc dike ku şaristanî û çanda herêmên me tine bike. Em bang li rêxistinên peywendîdar yên parastina şûnwarên dîrokî dikin da ku dest werdin meselê û fişarê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên li dijî cihên dîrokî rawestîne."

Li gorî daneyên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser, li herêmên kantona Girê Spî ya dagirkirî 40 şûnwarên dîrokî yên tesbîtkirî hene.

ANHA/EYN ÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.