Gava ku cihgirê berdevkê parlamena Iraqê yê ji PDK´yî Beşîr el-Hedad 2´yê Hezîranê bang li sefîrê Tirk ê Bexdayê Ali Riza Guney kir û jê xwest zanibe, ka dewleta wî çima daristanên Kurdistanê talan dike. Sefîrê Tirk xwe aciz nekiribû, paşê hatibû gotin, sefîr gotiye, wan ew daristan kirrîne. Dengê rayedarên PDK´ê û hikûmeta wê hat birrîn. Lê nerazîbûna xelkê dewam dike.
Diyar e, bi dewleta Tirk re li hev kiriye ku daristanan bifiroşe û heger xwediyên erdan hebin jî dewleta Tirk pereyên xisara wan bide.
Axir daxuyaniyeke Sefîn Dizeyî yanî wezîrê karên derve yên hikûmeta PDK´ê got, dewleta Tirk beriya daristanan bibirre ew agahdar kirine. Sedem jî ji wan re gotine: Rehetkirina êrişa eskerî li dijî "PKK"ê. Di hikûmeta Sefîn Dizeyî de qaşo koalîsyona 3 partiyan heye, yanî PDK, YNK û Tevgera Gorran şirîk in. Lê Dizeyî ev agahî ne bi YNK´ê re û ne jî bi Tevgera Gorran re parve kiriye. Ji ber vê jî ne şaş e mirov ji hikûmetê re bibêje, hikûmeta PDK´ê.
Lê esas pirsa ji bo berjewendiyên miletê Kurd li vir heyatî ev e: Dewleta Tirk ji bo rakirina talanê Kurdistanê hikûmeta PDK´ê agahdar kiriye, lê wê hikûmetê qet dengê xwe nekiriye. Bivênevê mirov dipirse, gelo PDK yekser di koordînasyona êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de cihê xwe digire yan na.
HEWLÊR