Takashi Murakami yan jî Warhol’ê Japonyayê

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Hezîran 2022 - 21:03

  • Murakami dema li ser vê xebata xwe hûr dibe, di bin tesîra wênesazên Japonî Soga Shohaku û Ito Jakuchu yên ku di sedsala 18’an de jiyane, dimîne.

Hunermendê Japonî Takashi Murakami ku bi gelek dsîplînên dîtbariyê (moda, anîmasyon, hunerên xweşik) re mijûl e û di vî warî de gelek berhem afirandine, di heman demê de weke Andy Warholê Japonyayê jî tê naskirin. Wî herî dawî li Los Angelesê di pêşangehekê de xebata xwe ya bi navê “In the Land of the Dead, Stepping on the Tail of a Rainbow” (Li welatê miriyan pêlkirina teriya keskesorê) nîşan da.

Murakami dema li ser vê xebata xwe hûr dibe, di bin tesîra wênesazên Japonî Soga Shohaku û Ito Jakuchu yên ku di sedsala 18’an de jiyane, dimîne. Jixwe, wî heta niha gelek caran berhemên berê teqlîd kirine, lê dema van berheman teqlîd dike, şiroveyên xwe jî lê zêde dike. Yanî ew xebatên berê hinekî jî weke karîkatûr nîşan dide. Li gel vê xebata wî 18 berhemên wî yên din jî tên nîşandan ku di nav de peyker, wêne, înstalasyon hene. Bi saya van berhemên wî temaşevan dê ji hunerê wî baştir haydar bibin û hewl bidin jê fêm bikin. 

Takashi Murakami herî zêde bi rengên xwe yên zindî derdikeve pêş û heta jê tê, rengên geş bi kar tîne. Her wiha bi xebatên xwe yên weke “kulîlka ku dibişire” û “Bay DOB” jî tê naskirin.

LOS ANGELES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.