Tahir Koçer azad bikin

Sêşem 2 Çile 2024 - 05:35

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê li ber girtîgeha ku girtiyê siyasî Tahir Koçer lê tê ragirtin, çalakiya piştevaniyê hate lidarxistin.

Çalakî bi hevkariya rêxistinên antî-faşîst û rêxistinên civakî yên sivîl hate lidarxistin. Di çalakiyê de girtina Tahir Koçer hate rûreşkirin. Di çalakiyê de di şexsê Koçer de doza azadiya girtiyên siyasî hate kirin û bê navber dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na”, “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Ji Tahir Koçer re azadî” û “Bila dawî li qedexeya li ser PKK’ê were” hatin berzkirin.

Piştî çalakiyê ciwanan li kolanên Munîhê afîş daliqandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.