Tabloyên nasname û çanda Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 3 Adar 2022 - 04:44

Jinên Kurd ên Rojava, ji bo parastina nasnameya Kurdî û mîrateya wê ya kevnar bi her awayî têdikoşin, hinek bi rêya rîş û rengan li dijî qirkirina çandî têdikoşin. 19 jinên ciwan ji bajarê Kobanê bi xêzkirina wêneyan û vekirina pêşangehan nasname û çanda Kurdî diparêzin, û peyama xwe digihînin civakê.

Her sê jinên ciwan, bi wêneyên xwe beşdarî Pêşangeha Sêyemîn a Şêwekariyê ya li Kobanê bûn û bi wêneyên xwe, xemên xwe derdibirin.

Piştgiriyê bidin behreyên ciwanan

Jina ciwan a bi navê Îlham Îsa got, ev cara sêyemîn e ku beşdarî pêşangeha şêwekariyê dibe. Îlham Îsa derbarê tabloyên xwe de got, ew bi 5 tabloyên cuda beşdar bûye. Yek ji wan tabloyan şerê Kobanê û xemgîniya zarokên ku dê û bavên wan şehîd bûne û tabloyek jî ya mîrateya kevnar a Kurdî nîşan dide.

Îlham Îsa, bang kir li jinên ciwan ên hez ji wênesaziyê dikin, û got, xwe bi pêş bixin û serketinê bi dest bixin. Wê her wiha bang li her kesî kir da ku piştigiriyê bidin behreyên ciwanan.

Jina ciwan, Emîra Nebî got, ew bi 4 tabloyên li ser folklora Kurdî û bedewiya xwezayê beşdarî pêşangehê bûye. Di tabloyeke Emîra Nebî de rola jinan di Şoreşa Rojava de bi taybetî berxwedana şervanên YPJ'ê nîşan dide.

Bêdengiya navneteweyî şermezar dike

Nesrîn Mihemed jî bi beşdarbûna Pêşangeha Sêyemîn a Şêwekariyê kêfxweş e. Wê bang li jinên ciwan hemûyan kir da ku behreyên xwe derxin pêş û bi pêş bixin. Nesrîn Mihemed got, ew tabloyên xwe diyarî giyanên şehîdên Pêngava Gurzê Gelan dike.

Nesrîn Mihemed bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got, yek ji tabloyên wê xemgîniya zarokekî piçûk li ser mirina çûkekî ye: "Heger cîhan li ser mirina mirovan xemgîn bibe sûc nedihatin kirin."

26'ê Sibatê bi beşdarbûna 19 jinên ciwan ên ji Kobanê û bi çavdêriya şêwekar Mihemed Şahîn bi diruşma “Rengên keskesora Miştenûrê sirûda azadiyê dixemilînin” Pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn hat vekirin. Pêşangehê 3 rojan dewam kir, di pêşangehê de 70 wêne hatin nîşandan.

MEYSE EKARÎ/ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.