Tabloyên avangard ên Rûsî hatin dîtin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Sibat 2025 - 00:53

Rayedarên Fransî dan zanîn ku wan hin tabloyên avangard ên ku bi destê şêwekarên Rûsî hatine çêkirin bi dest xistine. Bihaya van tabloyên ku hatine bi dest xistin qederê 200 milyon dolar e û di nav tabloyên ku hatine bi dest xistin de tabloyên Malevich, Kandinsky û Lissitzky jî hene ku ew weke şêwekarên avangard ên Rûsî tên zanîn. Ev bûyer di warê hunerî de weke skandaleke mezin hate nirxandin û rayedar bi bîr xistin ku ew ê bi her awayî şopdarê van tabloyan bin.

Tabloyên ku hatine bi dest xistin ên malbata bi navê Uthman Khatib in lê ev tablo ji maltabê hatin dizîn. Niha jî malbat bi pey van tabloyan ango koleksiyona berhemên hunerî ketiye da ku bi dest bixe. Rayedarên Fransî tenê 135 tablo bi dest xistine lê di koleksiyona malbatê de bi tevahî 1.800 berhemên hunerî hene û gelek ji vana niha winda ne ango hatine dizîn. Di nav tabloyên hatine bi dest xistin de tabloyên Kazmir Malevich, Wassily Kandinsky, El Lissitzky û Natalia Gonharova hene. Di sala 2023’an de li Frankfurtê gelek tabloyên ku aîdî vê koleksiyonê bûn hatin bi dest xistin. Malbat ji bo van tabloyan jî bistîne doza hiqûqî daye dest pê kirin. Her wiha bi bihayê 310 milyon Euro jî doza tazmînatê daye dest pê kirin.

Biryara dadgehê ya ji bo tabloyan

ArtAnalysis ku yek ji hêzên otorîter ên hunerê ye di bihara 2023’an de dest datîne ser 135 tabloyên ku li Parîsê hatibûn dîtin. Xwediyê ArtAnalysis Laurette Thomas, Mozes Frisch û koleksiyonêr hunerê Olivia Amar gotin ku ev tablo yên wan in û doz li malbata Khatib vekirin. Lê dadgeha Parîsê hemû xwestekên ArtAnalysis paşve vegerand û daxwaza wan qebûl nekir. Dadgeh malbata Khatib mafdar dît û got; “Ev tablo yên malbata Khatib in. Lê Mozes Frish dest daniye ser van tabloyan û hin ji van tabloyan firotiye. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Ji malbata Khatib Castro Khatib di derheqê vê rewşê de got; “Ji xwe diziya van tabloyan neheqiyeke mezin bû. Di ser de jî li hember bavê min doza tazmînatê ya 30 milyon euroyî vekirin. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Piştî ku me koleksiyona xwe bi temamî bi dest xist em ê zirarê xwe bi her awayî bi van kesên ku tablo dizîne bidin safîkirin.”

Malbata Khatib da zanîn ku hin tabloyên hatine dizîn bi destê simsarên hunerê çûne Îsraîl, Monaco û Fransayê û li wir li muzayedeyan hatine firotin.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.