Tablêtên ji rojnivîskê

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Cotmeh 2021 - 23:17

  • Pirtûka ‘’Min Dilê Xwe li Çiya Neqişand’’ a Gurbetellî Ersoz bi 145 tablêtên kevirî li Wurttembergîcsher Kunstvereîn Stûttgarê hate nîşandan. Pêşangeha tablêtên kevirî heta 2’yê Çile ya 2022’an wê vekirî be.

Tablêtên ku rojniviska yek ji navê pêşeng a Tevgera Jina Azad şehîd Gurbetellî Ersoz lê hatî nivîsîn ji 16’ê Cotmeha 2021’an heta 2’yê Çileya 2022’an li Stûttgartê li muzeyekê têne nîşandan.

Banu Cennetoglu pirtûkxaneya xwe ya ji 145  lewhayên kevirêkilsî yên lîtografîk ku ji çapê re hazir in, pêk tê, li Wurttembergischer Kunstverein Stuttgart vekir. Salên ku Ersoz nûçegihanî dikir û ji ber cezayên giran ku standî dihate gotin “nikare nûçegihanî bike”, ev qedexe hatine neqişandin.

Di kataloga danasînê ya mûzeyê de, Salên ku rojnamevana Kurd Gurbetellî Ersoz Rêveberiya Giştî ya Weşanê ya Ozgur Gundemê dikir û şerê gemarî yê dewleta Tirk a li dijî PKK’ê û encamên ku bi vî şerî re derketin tê de cih digirin.

Bi sedan pirtûk hê jî qedexe ne

Dema ku Ersoz rêveberiya giştî ya weşanê ya Ozgur Gundemê dikir, behsa êşkenceya 13 rojan a li ser Ersoz û hevalên wê tê kirin. Her wiha tê de cih digire ku Ersoz sala 1997’an çawa bi tangên Elman Leoparê dewleta Tirk sala 1997’an li başûrê Kurdistanê lê daye. 

Banu Cennetoglu ku bi wêne, medyaya çapkirî û bicihkirinê dixebite, bi bîr xist ku qedexe hê jî didomin û got, ‘’Kesên ji hêla gel ve hatine hilbijartin û rojnamevan jî di nav de ji 8 hezar û 500’î zêdetir Kurd bi hinceta ku bi PKK’ê re têkildar in hatine desteserkirin an jî girtin. Bi sedan pirtûk hê jî qedexe ne. Rojnivîska Ersoz jî yek ji van e.’’

‘’Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand’’ rojnivîska Gurbetellî Ersoz e, ku di navbeyna 27’ê Tîrmeha 1995’an heta 8’ê Cotmeha 1997’an de hatiye nivisîn.

ANF/ STÛTTGART

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.