Tabletek Asûran li Iraqê hate vegerandin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Çile 2025 - 00:32

Tabletek ya Asûran ya temenê wê digihije salên BZ. 883-859’an ku bi rêyên qaçaxî revandibûn Îngiltereyê, ji aliyê Balyozxaneya Iraqê ya li Londonê ve hate vegerandin.

Balyozxaneya Iraqê ya li Londonê, ji Îngîltereyê tabletek ya serdema Asuran ku bi rêyên derqanûnî hatibû revandin, teslîm girt.

Merasîma radestkirinê di dema vekirina Navenda Rewşenbîrî ya Iraqê li Londonê û bi amadebûna Wezîrê Rewşenbîrî, Şêwirmendê Serokwezîr ê ji bo Karûbarên Çandî û Balyozê Iraqê yê li Brîtanyayê hate lidarxistin. Ev radestkirin di çarçoveya serdana fermî ya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî de pêk hat.

Li gorî Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê ragihandî, bermaya ku li şûnwara arkeolojîk a Nemrûd hatiye dîtin, beşa jorîn a milyaketa bi bask a ku qesrên Nemrûd xemilandiye nîşan dide. Rolyefa (belîkirin-werimandin) li ser parçeyê, beşa jorîn a rolyefa panoramîk ya tam ku di xemilandina baskê qesra qraliyetê ya Nemrud de ji bo milyaketa bi bask an jî teswîra cinekê de hatî bikaranîne.

Bi hezaran berhem hatine dizîn

Li ser tabletê Qralê II. Aşûrnasirpal bi seriyek bi şax û qijik, bi rihekî dirêj û xemilandî û porê dirêj hatiye teswîr kirin. Di destekê de guzika dara çamê û di destê din jî satilek tejî ava pîroz hildigire. Milyaket ji bo dewleta Asûr wek dara jiyanê mezin bibe û pêşbikeve, bi merasîmek olî avê dide darê. Di rolyefê de taybetmendiya herî balkêş jî bazina li destê wê ya ser bi saeta dest ve lê bi şiklê beybûnekê hatî çêkirine. Hêjayî gotinêye ku beriya niha, mûzeya navûdeng a Îngîltereyê British Museum, 156 bermayên dîrokî radestî Iraqê kiribû.

Tê zanîn di dema dagirkeriya bi pêşengtiya leşkerên Emerîkayê li Iraqê hatî pêkanîn de, ji Muzeya Neteweyî ya Iraqê ya li Bexdayê nêzî 15 hezar bermayên dîrokî hatine dizîn. Her wiha tê texmînkirin ku ji deverên arkeolojîk yên li seranserê welat jî bi hezaran berhem hatine dizîn. Ji van berhem û bermayan heta niha nêzî 8 hezar ji bo Iraqê hatine vegerandin.

Her wiha DAIŞ’ê di sala 2014’an de gelek bermayên dîrokî ji navçeyên ku li Iraqê dagîr kiribûn talan kirin û gelek ji wan bi qaçaxî ji Iraqê derxistin û firotin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.