Sûryanan pakrewanên xwe veşartin
Duşem 15 Tebax 2022 - 21:27
- Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan-Asûr merasîma oxirkirina her du şervanan orgenîze kir û li goristanê Hêzên Sotoro rêûresmeke leşkerî li dar xist.
Di merasîma oxirkirina du şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan a li Goristana Şehîdên Suryan a bajarê Hesekê de berdevkê meclisê, Metay Hena soza tolhildana şehîdan û rizgarkirina herêmên Sûriyê ji dagirkeriya Tirk da.
Doh bi sedan şêniyên Hesekê şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan Radî Mizel Osman (Îsa) û Yûsif Mihsin El Metras (Nînos) li Goristana Şehîdên Suryan-Asûr a li bajarê Hesekê oxir kirin.
Xelkê Hesekê çi Ereb, çi Kurd, çi Asûr û çi Ermen, cenazeyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin û birin Goristana Şehîdên Suryan-Asûr a li bajêr.
Meclisa Leşkerî ya Suryan di 13`ê Tîrmehê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gundên Dirdara û Qibûr El Qeracne yên navçeya Til Temirê de, du şervanên wan şehîd bûne.
Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan-Asûr merasîma oxirkirina her du şervanan orgenîze kir û li goristanê Hêzên Sotoro rêûresmeke leşkerî li dar xist.
Her pêkhateyê berdêl da
Di merasîmê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Efram Îshaq got, "Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve gelek aliyên navneteweyî hewl didin li ser hesabên gelê me û hebûna me, berjewendî û armancên xwe pêk bînin."
Îshaq got, ji destpêkê ve ewladên wan bi saya projeya serketî ya Rêveberiya Xweser, parastina xak û herêmên xwe û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de dikin.
Efram Îshaq îşaret bi gefên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca tinekirina gelên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de kir û got, "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî aştîxwaz e û dixwaze azad bijî. Gelê me dixwaze sîstema demokratîk xurt bike û di oxira wê de her pêkhateyê berdêl da."
Soza tolhildanê dan
Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan Yaqûb Hanûn jî got, şehîdîn wan di oxira jiyaneke bi rûmet de cane xwe feda kirine û li ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker sekinîne.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena jî got, armanca dewleta Tirk a dagirker ji gef û êrişên li ser gundên Suryan-Asûran, têkbirina hebûna vê pêkhateyê ye. Hena soz da tola şehîdan hilînin û herêmên Sûriyê yên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, rizgar bikin.
Di dawiya merasîmê de endama Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan Hesna Êlo nasnameya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir. Piştre cenazeyên şehîdan hatin veşartin.
ANHA/HESEKÊ