Sûriye tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî bû
Pêncşem 13 Mijdar 2025 - 03:10

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê ragihand ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê tev li Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê bûye.
Balyozxaneyê diyar kir ku Sûriye bi fermî bûye welatê 90'emîn ku tevlî Hevpeymaniyê bûye û ev yek wekî "gaveke girîng" di dîroka welêt û şerê cîhanî yê li dijî terorê de bi nav kir.
Balyozxaneyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê hîna jî Sûriyeyiyan dikujin, sivîlên bêguneh tehdît dikin û hewlên aramiya Sûriyeyê têk dibin.
Balyozxaneyê zêde kir ku "ev tevlêbûn ne tenê serkeftinek ji bo hevpeymanê ye, lê serkeftinek ji bo hemû mirovahiyê ye."
NAVENDA NÛÇEYAN















