Sûretên zimanên jibirçûyî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 19 Cotmeh 2024 - 00:20

  • Wênegirê bi navê BA Van Sise ku li Emerîka dijî bi projeyeke cuda daye pey zimanên hatine jibîrkirin. Wî li gelek herêmên Emerîkayê sûretên kesên niştecih ên ku hewl didin zimanê xwe biparêzin girtine.

Di van rojên ku li Emerîkayê xelkên xwecih û zimanê wan her roj bêhtir tên jibîrkirin de, wênegirê bi navê BA Van Sise mohra xwe li xebateke gelekî girîng xistiye. Ji bo ku karibe li zimanên tên jibîrkirin bikole li seranserê welat geriyaye û wêneyên kesên ku bi van zimanên tên jibîrkirin re xebitiye. Wî rûyê van kesan bi konseptên cuda girtiye û albûmeke xweşik ava kiriye di vî warî de. Piştî ku xebata xwe bi dawî kiriye bi wêneyên ku girtiye pêşangehekê jî vekiriye û her wiha wêneyên xwe weke albûmekê jî daye çapkirin. Ji bo ew vê xebatê bibe serî 3 salan xebitiye û li gelek herêmên Emerîkayê wext bihurandiye.

BA Van Sise navê “On the National Language: The Poetry of America's Endangered Tongues” (Li Ser Zimanên Neteweyî: Helbesta zimanên di bin talûkeyê de yên Emerîka) li pirtûk û pêşangeha xwe kiriye. Wî qederê 80 wêneyên xelkên ku bi van zimanên di bin talûkeyê de diaxivin girtiye. Her wiha di derbarê her zimanî de agahiyan jî li albûmê ango pirtûka xwe zêde kiriye. Wekî din wî behsa serpêhatiya 9 kesên ku hewl didin zimanê wan jibîr nebe jî kiriye û bi vî awayî behsa dîroka Emerîkayê kiriye. BA Van Sise dide zanîn ku xelkên xwecih bi zimanên xwe serbilind in û ji bilî serbilindiyê ew bi awayekî çalak ziman diparêzin jî.

Pêşangeha BA Van Sise di 17’ê vê mehê de (îro) li “Skirball Cultural Center” a li Los Angelesê vedibe. Ew bi vê pêşangehê dixwaze xelk van zimanên jibîrçûyî meraq bikin û zanibin gava ev ziman hatin jibîrkirin ew ê Emerîka di warê çandî de feqîrtir bibe.

Kesên ziman diparêzin hevdu nas dikin

BA Van Sise li Oklahomayê kesekî ku di hewla parastina zimanê xwe de ye nas dike û pişt re jî ev mesele jê re dibe meraq. Ew dixwaze bi rêya wêneyan rûyê van kesan, kesên ku hewl didin zimanê wan neyê jibîrkirin nîşan bide. BA Van Sise ji bo projeya xwe got; “Projeya min ji fikrên mêhtingeriyê yên kevn bêhtir li ser insanên ciwan û siberojê ye. Lê ji vî tiştê jî girîngtir; kesên ku di hewla parastina zimanê xwe de ne û nahêlin zimanê wan were jibîrkirin hay ji hevdu hene û hevdu nas dikin.” Ji xwe piştî hevdîtinê bi kesekî re dike ew kes wî bi gelek kesên din re jî dide nasîn û naveroka projeyê bi vî awayî xurttir dibe. BA Van Sise jî derdikeve dervayî sînorên konfora xwe û heta jê tê diçe cihên dûr û xwe digihîne zimanparêzan û wêneyên wan ên xweşik digire.

Ji bo ciwanan û nifşên nû

BA Van Sise bi vê projeyê herî zêde dixwaze bala ciwanan ango nifşên nû bibe ser van zimanên ku her roj hinek din tên jibîrikirin û dibêje; “Divê em ji wê çanda ku tenê li jiyana xwe ya kesane difikire dûr bikevin. Ev hişmendiyeke ne baş e. Divê em têbigihîjin ku hemû çand bi hevdu ve girêdayî ne û dewlemendiya civakê ne. Ji xwe dîrok û siberoja me jî bi hevdu ve girêdayî ye. Ji lewma herî zêde jî dixwazim ciwan vê projeyê bibînin û fam bikin ku ev çandên dewlemend gelek qalibên heyî şikandine. Bi hêviya ku di feraseta nifşê nû de di derbarê zimanên tên jibîrkirin de tiştekî bi cih bikim û çirûskekê vêxim. Ew dikarin fêrî van zimanan jî bibin û hay ji van çandên dewlemend hebin. Ji lewma her çandek dinyayeke cuda ye.”

Di pêvajoya vê projeyê de hin zehmetî jî derketin pêşiya BA Van Sise. Gava ew li Pennsylvania dixwaze wêneyê Sylvan Esh bigire, nikare wisa bi rehetî bigire. Ji bo ku dilsoziya xwe nîşan bide û xelkên li wir jî pê bawer bibin hewcebû ku 4 rojan li çewliga wan bimîne û xwe bide qebûlkirin. Piştî çar rojan dikare tenê wêneyekî bigire û ev wêne jî ji paş ve hatiye girtin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.