- Hozan Mizgîn tenê ne bi tevgerên xwe yên şoreşger, her wiha bi stran û hunerê xwe jî xelkê hişyar kir û xwest cîhan sûretên dîrokî yên civaka wê bibîne. Ji lewma ew jî yek ji wan jinên çeleng ên Kurd bû ku hebûna wê ji dijmin re bûbû kul û derd. Ew şehîd hat xistin, lê dijmin jî bi ya xwe şa nebû û li Kurdistanê wan sûretên dîrokê şoreşeke zihnî pêk anîn.
ARDÎN DÎREN
Ew jina çeleng û leheng bû ku dixwest hebûna Kurdan li cîhanê were bihîstin û ji bo vê yekê berê xwe da çiyayên azad. Ew bû ku dixwest çiya û deştên Kurdistanê ji dagirkeran werin xelaskirin û ji bo vê yekê digot, “Sûretên dîrokê bibihîze gelê cîhan, bang dike Kurdistan, bibihîze gelê cîhan.” Hozan Mizgîn jî yek ji wan sûretên dîrokî bû ku dîrokê dixwest wî sûretî veşêre û nehêle rûyê xelkê wê jî di nav alemê de were xuyakirin. Lê sûretên wê yên dîrokî digotin, “Bang dikin di vê rê de mirin yan jî hebûn.” Ev bangeke nû ya sûretên dîrokî bû ku doza “hebûn”ekê dikir û dixwest ji Kurdistana dagirkirî re jiyaneke nip û nû bîne. Deng û awazên Mizgîn yê ji bo “hebûn” ê sûretên dîrokî hişyar dikir û xelkê wê ref bi ref ber bi dengê hebûnê ve dimeşiya da ku Kurdistanê rizgar bikin.
Dilê wê bi hevalên wê dişewitî ji lewma jî dixwest her tim here bi hewara wan ve. Nexasim jî hevalên wê yên di heps û zindanên Kurdistanê de. Dengê şoreşger û şervanên li wir, ew pirr diêşandin. Ji bo wan diqîriya, digot “Lo hevalno” û bi vî rengî dewam dikir; “Min got, ez ê sîleha xwe hildim, têxim ber xwe. Lo hevalino, min got, ez ê hevalê xwe xelas bikim ji heps û zindanan.” Hozan Mizgîn dengê girtiyên şoreşger bû jî di heman demê de û dixwest ew di bîra gel de neyên jibîrkirin. Ji lewma dixwest xelk bi hewara wan ve biçin û hay jê hebin ku şoreşgerên wan di hepsan de dîl girtî ne. Wê bi strana xwe ya “Lo hevalino” berê gelek kesan da hepsa Diyarbekira şewitî,
Sêrt û Rihayê… Bêtevgerî kelem e li pêş rêya me!
Ji bo welat xew bi çavên Hozan Mizgîn nediket û ji bo niştiman her lê dixist dilê wê. Ji bo rizgiriya welat tekane rê şoreş bû. Ji bo vê yekê ev daxwaza xwe bi deng û awaz dikir û digot; “Bê te nabe şoreşger. Ne xebat û ne tevger. Ger tu welat rizgar bikî û ava bikî tu her der.” Diviyabû kes welat ji bîr neke û tevlî şoreşê bibe. Her wiha welat ji bîr neke û gava roja wî hat şer bike ji bo welatê xwe. Wê ev şer ji bo vê yekê dixwest; “Ev kelem e li rêya me. Bêtevgerî û bêxebat.” Li gorî wê bêyî şoreşger ne xebat û ne jî tevger pêk nedihat. Ji bo vê yekê, ew û hevalên xwe dan ser riyan da ku welat rizgar bikin û Kurdistana bê xebat, bi rêxistin bikin.
Doza azadiya welatekî bindest dikir
Hozan Mizgîn dilketiya welatê xwe bû. Evîna wê ne evîneke ji rêzê bû. Ew baş têgihîştibû ku welatê wê di destê serdestan de ye û bûye bindestê xelkê. Ji bo vê yekê jî hêrs dibû û digot; “Tu dibêjî were min bixwaze. Lê te nadin min, lê te nadin min!” Hozan Mizgîn welatekî azad dixwest û ji bo vê yekê dikarîbû canê xwe feda bike. Ji xwe wê texsîr nekir û ji bo welat canê xwe feda jî kir.
Wê digot;
Ne xwediyê zîv û zêra me
Ne xwediyê milk û erda me
Ez hêsîrê li bindesta me
Lê te nadin min, te nadin min
Ger te nedin welatê min
Fîda ye ji bo te ev canê min…
Lehengiya wê faşîst têk birin
Hozan Mizgîn ji ber vê helwêsta xwe li ser zimanê hevrêyê xwe Hozan Serhat bû “Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng” û hevrêyê wê bi stranan ew bi bîr anîn. Ji lewma wê xebateke zêrîn dimeşand ji bo civaka xwe û ji bo vê yekê daket nav civatan û tevî hevalên xwe mîraseke têkoşîneke bêhempa hişt li pey xwe. Dema wê di 11’ê Gulana 1992’yan de weke fermandara yekem ya herêma Xerzanê, xwest silavê bide Tetwanê, şehîd bû. Lê heta dawiyê jî gule davêtin pêsîra dijmin û hêza wan sûretên dîrokî yên ku dixwest cîhan wan bibîne, nîşanî dijminê xwe dida. Bi vî awayî komên faşîst têk diçûn û li ber van sûretên dîrokî berjor difirîn…!
Têkoşîn û baweriya Hozan Mizgîn
Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın) sala 1961´ê li Elihê ji dayik bû. Di destpêka salên 1980’yî de Têkoşîna Azadiyê nas kir û tevli nava refên xebatê bû. Hozan Mizgîn yek ji jinên pêşeng bû ku di destpêka têkoşînê de bû. Ew li derveyî welêt jî di xebatên avakirina Huner-Komê de bi roleke pêşeng rabû. Xebatên Huner-Komé di heman demê de destpêka xebatên çandî bû ku ji aliyê Têkoşîna Azadiyê ve hatin bipêşxistin. Helwêst, nihêrîn û afirîneriya Hozan Mizgîn bi xwe re xeta hunerê şoreşger afirand û heta dawiya jiyana xwe jî li ser vê xeta hunerî xebat meşand. Ev xeta hunerî bi rastiya şoreş, gel û welat ve girêdayî bû. Heke îro Tevgera Çandî li welat û derveyî welat di vê aste de rêxistinkirî ye, di vê rastiyê de têkoşîna wê ya bi ked û baweriyeke mezin diyarker e. Li hemberî astengiyan hemûyan wê baweriya xwe derxist pêş. Li ser vê xetê heta îro bi sedan berhemên hunerî hatine afirandin, û ji bo gel û têkoşîna wê ya azadiyê ruhekî mezin bi pêş xistine. Piştî xebatên li Ewrûpayê Hozan Mizgîn berê xwe daye welat û di meydana têkoşîna herî dijwar de cihe xwe girtiye. Ango berê xwe daye gel û welat. Li vir jî bi bîr û baweriyeke xurt xebat meşand. Di şert û mercên herî giran ên têkoşînê de jî afirîneriya xwe ya hunerî dewam kir. Hozan Mizgîn di 11'ê Gulana 1992’yan de li Tetwanê di şerê li dijî dagirkerên Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da.