Fermandariya Giştî ya QSD`ê ji bo nîqaşkirina rêbazên parastina cihên dîrokî yên li herêmê bi Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser re civînek li dar xist. Fermandarên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn. Civîn bi serokatiya Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm ebdî bi rê ve çû.
Di civînê de Gerînendetiya Parastina Şûnwaran, astengiyên li pêşiya parastina cihên dîrokî şîrove kirin. Di dawiya civînê de xisûsên li jêr hatin pesendkirin:
- Pabendiya QSD`ê bi perspektîfên leşkerî yên di 12`ê Cotmeha 2020`an de derketine yên girêdayî parastina milkên çandî.
- Pabendiya bi peymanên navneteweyî û qanûna bi hejmar 4’an a 2019`an a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku berê der barê parastina şûnwaran de derketibû.
- Zêdekirina xebatên di navbera Gerînendetiya Parastina Şûnwaran û hêzên ewlekariyê de.
ANHA/QAMIŞLO