Sultan Acar tevî êrişan li berxwe dide

În 15 Mijdar 2024 - 02:25

Sultan Acar a ku tevî êriş û astengiyên polîsan jî dev ji têkoşîna xwe ya li dijî qeyûman bernade diyar kir ku 100 sal jî derbas bibin dê neviyên wê vê alê bigrin û got:”Çi dibe bila bibe, em ketine ser vê rêyê. Ez kurd im, dayikek kurd im, jinek kurd im. Çermê min jêkin jî hestiyên min kurd in, mejiyê min kurd e.”

Ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve di 4'ê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariyên Xelfetî, Elîh û Mêrdînê hatin kirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, welatî ji bo xwedî li îradeya xwe derkevin û qeyûm şermezar bikin hatin şaredariyê. Li vê derê welatî li derdora şaredariyan bi astengiya polîsan rû bi rû man. Hem ji Kurdistan û hem jî ji bajarên din ên Tirkiyeyê bi sedan welatî herikîn van şaredariyan. 

Yek ji kesên ku li hember qeyûmê li ber xwe da û ji bo îradeya xwe li ber şaredariyê kom bû û polîsan tundî lê kir Sultan Acar axivî.

'Min li erdê kaş kirin'

Sultan Acar a ku ji bo parastina vîna xwe li ber şaredariyê bû û di roja ewil a qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin de ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê hat binçavkirin wiha got: "Ez serê sibehê saet di 07.30'an de ji xew rabûm. Dema min li telefonê nihêrî. Min dît ku qeyûm tayînî şaredariyê kiribûn, ez nizanim çawa hatim şaredariyê, di navbera min û polîsekî de bi qasî metreyekê mesafe hebû. Min xwe li wir wenda kir, mîna ku xwîna min ji min tê rijandin. Hew mîn dît ku min li erdê kaş dikin û 2 rojan di bin çavan de mam. Hezar carî qeyûm tayîn bikin jî, em ê dîsa bigirin. Em ê ti carî paşde gav neavêjin. Heta ku ev qeyûm ji vir derkeve em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ji zarokatiya xwe ve şer dike

Sultan Acar, anî ziman ku ji sala 1980'î û vir ve şer dike û ji niha û pê ve jî wê dewam bike, teslîm nabe û got, "Di 15 saliya xwe de ez hatim Êlihê. Hevjînê min partî dizanibû. 44 sal derbas bûn û şanseke me ya em dev jê berdin tune ye. 100 sal an hezar sal derbas bibe jî, ez dev jê berdim jî zarokên min dev jê bernadin. Zarokên min dev jê berdin jî neviyên min dev jê bernadin. Di salên 90’î de min hevjînê xwe jî winda kir. Min soz da wî, 'heta mirinê ez ê têkoşîna we bidomînim'. Min ala wî girt; Zarokên min dê li pey min bikevin. 100 sal jî derbas bibin dê neviyên min vê alê bigrin. Çi dibe bila bibe, em ketine ser vê rêyê. Ez kurd im, dayikek kurd im, jinek kurd im. Çermê min jêkin jî hestiyên min kurd in, mejiyê min kurd e.”

JINNEWS / ÊLIH 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.