WEYSÎ TALLÎ/ANF/BEXDA
Krîz û aloziyên Iraqê bi dawî nabin. Piştî xirecira salekê ya bê navber axirê Dr. Letîf Reşîd weke Serokkomarê Iraqê yê nû hate hilbijartin.
Serokkomar Letîf Reşîd ji bo avakirina hikumetê Mihemed Siya Sûdanî ku namzetê Çarçoveya Hemahengî ya ji bo serokwezîrtiyê bû, erkdar kir. Her çendî Sûdanî zend û bend hildaye jî, em dibînin karê wî ne hêsan e.
Halê hazir şer vegeriyaye ser wezaretan. Niha li nava aliyên Iraqî û Kurdî şerê girtina wezaretan destpê kiriye. Em ji aliyên Kurdî destpê bikin. Li gorî yasayê Iraqê wezaret li gorî kutle û dîsa hejmara kursiyên li Parlementoyê ye, her wiha wezaret li ser aliyên Şîa û Sine jî hatiye dabeşkirin. 4 wezaret ber aliyên Kurdî dikeve.
Niha wê şerê wezaretan dest pê bike
Li gorî yasayê ji bo kutleyên li Parlementoya Iraqê ji bo Şîayan 11-12, ji bo Sune 6-7, ji bo Kurdan 4-5 û ji bo kêmeneteweyan jî 1 wezaret tê dayîn.
Erka serokkomariyê ya demek dirêj a di nava Kurdan de çareser nebû, kir ku niha şerek din rû bide; ew jî ji bo girtina wezaretan e. Li vir PDK diyar dike ku ji para Kurdan herî zêdetir wezaret dest bi wan bikeve, li aliyê din jî YNK dibêje, divê herî kêm 2 wezaret ber wan bikeve. Li vir a tiştê li hev nakin û balkêş jî ew e ku PDK her çendî bi namzetê xwe yê Serokkomariyê (Dr. Letîf Reşîd ji YNK’ê bû bes PDK’ê destek da wî û hat hilbijartin) çû hilbijartinê û bi ser ket, niha diyar dike ku ew namzet ser bi YNK’ê ye divê para zêdetir a wezaretan ji bo wan be. Li aliyê din YNK jî destnîşan dike ku serokkomar namzetê PDK’ê bû û ew serket, divê herî kêm 2 wezaret bigire.
PDK û YNK ku li ser erka Serokkomariyê ketibûn qirika hev, niha Serokkomar Dr. Letîf Reşîd tenê maye, kes xwe lê nake xwedî. YNK jî û PDK ji bo zêdetir wezaret bigire, Dr. Letîf Reşîd daye aliyekê û jixwe nahesibîne.
Barê Sûdanî giran e
Niha diyar nîne bê ka kîjan wezaret bikeve para Kurdan. Ji xwe ji bo vê jî ji niha ve bazar destpê kiriye. Li aliyê Iraqê jî rewş ne ji ya herêma Kurdistanê cuda ye. Hem Çarçoveya Hemahengî û hem jî aliyên din niha çav berdane Wezareta Neft-gaz, Darayî, Xizmetguzarî, Şaristanî. Wan jî dest bi bazarek mezin kirine. Di vê demê de dema 15 rojan a ji bo Serokwezîr Mihemed Siya Sûdanî jî hatibû veqetandin ji bo hikumeta nû jî diqede.
Niha Sûdanî ji bo 22 wezaretan ketiye gera qanehkirina aliyan a li ser wezaretan. Lê wer xuya ye ku wê ev yek wisa rehet nebe. Barê Sûdanî jî têra xwe giran dibe û wê di navbera aliyan de biçe û bê. Jixwe çav li rê ye ku di nava van rojan de Sûdanî kabîneya xwe diyar bike û avakirina hikûmetê ragihîne.
A niha tê mereqkirin, dema ji bo Sûdanî hatî diyarkirin wê bikare hikûmetê ava bike yan na? Wê bikare aliyan ji bo hikûmeta nû û pêvajoya nû bîne ba hev an na? Lê we xuyaye wê ev yek pir zehmet be. Ji niha ve em dibînin şerê li ser wezaretan wê Sûdanî baş di nava xwêdanê de bihêle.
Dema mirov li tabloya jor dinêre dibîne ku di rewşeke wiha de gelo wê hikûmet çawa bê avakirin? Dema bê avakirin jî wê di berjewendiyên civakê de be yan na? A dixuye hemû şer û alozî ji bo bidestxistina pere ye, ne berjewendiyên civakê ye. Ji bo wê ye ku hikûmet bê avakirin jî wê nekare pêwîstî û xizmeta civakê bike. Em jî binêrin ka wê encam çawa be…