Sûdanî ji bo Şengalê çû Hewlêrê

Sêşem 14 Adar 2023 - 23:21

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî doh çû serdana Hewlêrê û îro hevdîtinên xwe dewam dike. Sudanî li Hewlêrê pêşî bi serokê Herêmê Nêçîrvan barzanî re rûnişt. Ew bi serokê PDK’ê Mesud Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî dicive.

Sudanî bi Barzaniyan re Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, guftugo dike. Herwiha mijarên neft û gazê, pirsgirêkên din ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî tên guftugokirin.

Serokwezîrê Iraqê îro jî diçe serdana Silêmaniyê û bi rayedarên Silêmaniyê re wê bicive.

Hêjayî gotinê ye di 9’ê Cotmeha 2020’an de ji aliyê dewleta Tirk, PDK û Iraqê ve peymanek li dijî Xweseriya Şengalê hatiye îmzekirin. Peyman bêyî îradeya Êzidiyan hatiye îmzekirin û bi salane bi êrişên cûr be cûr PDK û Tirkiye dixwaze wê peymanê bicih bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.