Nûneriyên 48 Partî û Saziyên Kurdistanî yên li Ewrûpayê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser sûcên dewleta Tirk li hemberî Kurdan û xwestin Yekîtiya Ewrûpayê (YE) çavên xwe li van sûcan negire.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin: “Lîderên Yekîtiya Ewrûpayê, 10-11’ê Kanûnê li Brûkselê, di civîna bilind de bi giranî li ser têkiliyên Yekîtiyê bi dewleta Tirk re guftûgo dikin. Di vê çarçoveyê de pozîsyona dewleta Tirk a li Derya Spî cihê guftûgoyê ye.
Li gorî daxuyaniyên sazî û nûnerên fermî yên yekîtiyê, mijara sereke ya rojevê ya li ser Tirkiyeyê, ew ê çalakiyên wê yên li Derya Spî bin. Em, partî û saziyên bi îmzeyên xwe navên me li jêr in, vê ne têr û ne ji dil dibînin. Em bang dikin ku divê Yekîtiya Ewropayê, di vê civîna xwe ya bilind a di Roja Mafê Mirovan a Gerdûnî de, sûcên ku dewleta Tirka li hember gelê Kurd dike bixe rojeva xwe û li goreyî vê hilwesteke rêzdar nîşan bide.
Tirkiyeyê, li ber çavên hemû cîhanê, bi çeteyên cîhadîst re, li Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê, qirkirina etnîkî pêkaniye, li van deveran hemû rûmetên çandî û dîrokî talan kirine.
Her wiha, piştî dagirkirinê li van deveran, dest bi çalakiyên êşkence, destdirêjî-destavêtin, talan, revandina mirovan kirine û li ser gelê niştecih zulum meşandine.
Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî têne rêzkirin û di dawiyê de tê gotin, Yekîtiya Ewrûpayê bi ezmûnekê rûberû ye, em daxwaz dikin ku pêdiviyên xwe pêk bîne.” Di nava partiyên Kurdistanî de tinebûna PDKê bal kişand.
NAVENDA NÛÇEYAN