RÊNAS REMO / ANHA / ESSEN
Komeke hunermendên Kurd ên li Ewrûpayê, Mihrîcana Hunerê Şêwekariyê ya Efrînê ya yekem li bajarê Elmanyayê Essenê bi beşdariya zêdetirî 150 şêwekarên ji seranserî cîhanê li dar dixe.
Bi armanca eşkerekirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrîna dagirkirî û binpêkirinên wê li dijî xelkê kantona dagirkirî û guhertina demografiyê, fikra eşkerekirina van sûcan bi rêya hunerê şêwekariyê peyda bû.
Komeke hunermend û rewşenbîrên Kurd ên li Ewrûpayê Tebaxa 2023'yan dest bi xebatên Mihrîcana Efrînê ya Hunerê Şêwekariyê kir. Ji wê demê ve 150 tablo ji çar parçeyên Kurdistanê, dewletên Ereban, Efrîka û Ewrûpayê hatin wergirtin.
4 tabloyên herî serketî
Ji bo nirxandina tabloyan komîteyeke pispor ji çend şêwekaran hate avakirin. Xebatên ferzkirina tabloyan li ser sê pêvajoyan hat parvekirin. Bi rêya wan pêvajoyan, 4 tabloyên herî baş tên hilbijartin û di pêşangehê de ya ku dê li Essenê di 4`ê Mijdarê de bê lidarxistin, bi diyariyên madî werin xelatkirin û bawernameyên beşdariyê bidin wan serketiyan.
Balê dibin ser rastiya li Efrînê
Berpirsê ragihandinê yê mihrîcanê, Îsmaîl Derwîş da zanîn ku di mihrîcanê de gelek çalakiyên hunerî û kultûrî yên Efrînê wê bên nîşandan. Wekî din komên govendên folklorî yên Zozan, Armanc û hunermendên ji Efrîn û Kobanê beşdarî mihrîcanê dibin. Derwîş destnîşan kir ku deriyê mihrîcanê li tevaiya kêmneteweyan, olan, çandan vekirî ye, da ku balê bikişînin ser rastiya li Efrînê.
Derwîş diyar kir ku ew hewl didin bi rêya mihrîcanê piştgiriyê bidin behreyên ciwanên Kurd ji bo ku hunerê şêwekariyê heta radeyekê ku layîqî doza Kurdan be, bi pêş bixin.
Komîteya amadekar dibêje, ew plan dikin ku mihrîcan her sal bê lidarxistin.
ANHA/ESSEN