Sûcên 2 hefteyan
În 17 Hezîran 2022 - 21:33
- QSD’ê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên di 2 hefteyên pêşîn ên meha Hezîranê eşkere kirin.
QSD’ê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên di 2 hefteyên pêşîn ên meha Hezîranê eşkere kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya sûcên dewleta Tirk ên ji destpêka meha Hezîranê ve eşkere kirin.
QSD´ê got, dewleta Tirk peymanên agirbestê yên ku deweleta Tirk a dagirker bi DYE û Rûsyayê re di Cotmeha 2019’an de îmze kirine, binpê dike. Li gorî daxuyaniyê sûcên dewleta Tirk ev in:
- Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li maleke li Qamişloyê dan.
- Artêşa Tirk a dagirker bi 982 topên giran û bombeyên qedexekirî, li herêmê da.
- Li herêmên Til Temir û Zirganê bi taybetî gundên Til Şenan û Til Cuma yên Asûriyan bi topan li dehan malan da. Perestgehên olî û dêrek hatin bombebarankirin.
- Gundê Um Kêf ê Til Temirê bi 150 topên giran hat topbarankirin.
- Li gundê Qesir Dîb zevî hatin şewitandin.
- Bi 324 top, moşek û hewanan li bajarokê Eyn Îsa û bi dehan gundên wê yên li rojhilat û rojava xistin. Her wiha li navenda bajarok jî sivîl hatin bombebarankirin da ku wan bitirsînin û bidin koçberkirin. Di heman demê de erebeyên li ser rêya M4 jî bûn hedef.
- Bi 365 topban gundewarên bakurê rojavayê bajarê Minbicê hatin topbarankirin, mînaka wê jî burcê peywendiyan û perestgeha olî û malên sivîlan in.
- Herêmên Şehbayê yên li gundewarên bakurê Heleb û navçeyên Şera û Şêrawa yên gundewarên başûrê Efrînê 141 caran hatin topbarankirin, klînîka li bajarokê Til Rifetê jî bû hedefa êrişan. Şivanek û pezê wî li gundê Tinib ê navçeya Şêrawa bûn hedef.
- Li gelek herêmên gundewarên Efrînê ya dagirkirî nemaze li navçeya Şiyê ya Efrînê bi armanca bicihkirina çeteyan, avahiyên mêtingeriyê lê tên avakirin.
QSD’ê got, dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze xelkê Kurd li deverên dagirkerkirî qir bike, ji deverên din bide koçberkirin û van deveran bike Tirk. QSD´ê ji ber bêdengiya wan rexne li „dewletên hêzên wan li Sûriyeyê hene", "rêxistinên hiqûqî û mirovî", "NY"ê girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN