Dewleta Tirk piştî ku bi dîwarê şermê yê Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji hev qut kir, niha jî li Wanê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hem dîwar lê dike û hem jî xendekan dikole. Bi vî awayî hem hereketên zindiyan asteng dike, hem jî sûcekî eşkere li dijî mirovahiyê dike. Gelekî muhtemel e ku pereyên ji bo lêkirina dîwar jî ji Yekîtiya Ewrûpayê (YE) hatibin stendin di çarçoveya pêşîgirtina li penaberan de.     

Dîwar wê paşê bigihîje dîwarê ku wê ji Bazîdê biçe heta bi Colemêrgê. Ji bo vî karî dewleta Tirk bi şirketên hevkar blokên betonê dide çekirin. Yek yek ji van blokan 3 metroyan bilind û 2 metro û 80 santîman bi ber e. Li navçeya Wanê Çaldiranê niha 63 kîlometro xet tê kişandin û dagirkeran heta niha bihevvekirina 3 kîlometroyan temam kiriye. 

Di heman çarçoveyê de dewleta Tirk 110 kilometro xendek da kolan û 103 bircan ji bo kontrola optîk hîna çêdike. Ev hemû jî bi rêya pîşesaziya eskerî ya dewleta dagirker tên kirin. Yek ji armancan, girtina sînor li penaberan e ku ev bê şik û guman sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ya din jî fizîkî jî parçekirina Kurdistanê ye. Ev jî di çarçoveya siyaseta qirkirinê de, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

WAN