Sûcê li dijî mirovahiyê

Duşem 25 Cotmeh 2021 - 23:29

  • Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Munchenê li DAIŞ´iya Elman Jennifer W.´yê ji ber ku li kuştina keçeke Êzîdî ya 5 salî temaşe kir, ji ber sûcê li dijî mirovahiyê ceza kir.   

Jennifer W. ji DAIŞ’iyên Elman e ku sala 2014’an berê xwe dabû nav refên DAIŞ’ê û li wir gava ku zarokeke 5 salî a Êzîdî li ber tava rojê ya havînê ji tîhna li hewşa wê zincîrkirî, bi êş û tahdeyeke mezin mir, wê xwe tevneda. Ev êşkenceya ku hevjînê vê jina DAIŞ’î kir, li Elmanyayê, li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Munchenê bû sedema dadgehkirina Jennifer W.’yê. Di encama dadgehkirinê de heyeta dadgehê 10 sal cezayê hepsê li vê DAIŞ’iya Elman birrî. Sûcên wê jî endametiya rêxistineke terorîst li derveyî Elmanyayê, alîkariya hewldana qetilkirina mirovekî, alîkariya hewldana sûcê şer û kirina sûcên li dijî mirovahiyê ne. 
Jennifer W. ya îro 30 salî, ji eyaleta Niedersachsenê ye. Jennifer W. piştî ku vegeriya Elmanyayê, gava ku hewl da sala 2018’an careke din biçe nav DAIŞ’ê, cem hevjînê xwe yê DAIŞ’î Taha Al-J. Di taksiyekê de behsa kuştina keça Êzîdî ya 5 salî kir. Hingê hevjînê wê yê DAIŞ’î li bajarê Tirkiyeyê Samsûnê bû. Ji ber ku bi xwe de mîz kiriye, hevjînê wê yê berê, keça 5 salî bi derabeyên mala xwe ya li Feluceyê ve zincîr kiriye û li ber tava rojê, di kela germa havînê de hiştiye, heta ev zarok miriye. Havîna 2015’an,

Jennifer W. û hevjînê wê ev keça 5 salî ya Êzîdî û dayika wê weke “kole kirrîne” û keç û dayik, her du jî ji Şengalê hatibûn revandin. 

Li ser vê, şofêrê taksiyê ku ji îstîxbarata Elman bû, Jennifer W’yê dide girtin. Pê re jî dayika keça Êzîdî, Nûra T.’yê weke şahid li dadgehê îfade da. Amal Clooneyê jî parêzeriya dayikê kir. 

Haya Jennifer W. 
ji sûcên mêrê wê hebû

DAIŞ’iyeke din a Elman, Annette L. ya ji Berlînê, di dema dadgehkirina hevjînê Jennifer W.’yê ya li Frankfurtê de par eşkere digot, Jennifer W. ji sûcên kolekirin, qirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên di dema şer de haydar bûye. Annette L. di îfadeya xwe de par li Frankfurtê gotibû, Jennifer W.’yê hez dikir xwe bixemilîne, makyaj bike, û ji xwe re bigere. Wê her wiha gotibû, Jennifer W.’yê dixwest xizmetkareke wê hebe. Ev xizmetkar jî diyar bû ku wê kole bûna. 

Yanî ev şahid pirr eşkere dibêje ku Jennifer J.´ya ku wê li Reqayê nas kir, dixwest koleyeke wê hebe û bi dilê xwe kole girtine. Jixwe, wê paşê hişt ku keça koleya wê Nûra T. ji tîhna li ber tava rojê, kela germa havînê li hewşa wê zincîrkirî bi êşkence û tahdeyeke mezin bimire. 

Herçî mêrê Jennifer W.´yê, Taha Al-J. ye, Yewnanistanê ew Gulana 2019’an teslîmî Elmanyayê kir. Ew bi tohmetên qirkirina Êzîdiyan, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên di şer de li bajarê Elmanyayê Frankfurtê tê dadgehkirin.

Dadgerî giraniya rewşê dît

Di rûniştina encamê ya doza li dijî Jennifer W.’yê ya li Munchenê, dadgerê Dadgeha Bilind a Eyaletê, Baier got, zarok ”bêzar û bêgav ketiye ber vê rewşa xirab. Tohmetbarê ji destpêkê ve diviyabû ku bizane ku zaroka li ber tava roja havînê, wê bimire. Lê wê ti tişt nekir, xwe tevneda ji bo alîkariya zarokê bike, tevî ku mirov dikarî vê hêviyê jê bike û ev derfeta wê hebû jî.” Dadger her wiha bi bîr xist ku Jennifer W.’yê gava ku dayika keça 5 salî li ser keça xwe giriye, gotiye, heger ew venebirre, dev ji giriyê xwe bernede, ew ê wê bikuje. Dadgerî bi vê yekê deh sal cezayê hepsê yê li dijî vê DAIŞ’iya Elman, rave kir.

Herçî dozger bû, dixwest cezayê muebettê li Jennifer W.’yê bê birrîn. Parêzerên wê dixwestin ku ew tenê ji ber endametaiya rêxistineke terorîst bê dadgehkirin û du sal cezayê hepsê lê bê birrîn. Li gorî wan Jennifer W.´yê nekarî li ber hevjînê xwe yê niha li Frankfurtê tê dadgehkirin, tiştekî bike.

Bi her halî ev biryar eşkere kolekirin, revandin û qetilkirina Êzîdiyan weke sûcê li dijî mirovahiyê bi nav dike.

MUNCHEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.