• Aliyên Kurdistanî û Iraqî ji biryara dadgeha Hewlêrê ya li dijî rojnamevan û mamosteyên Behdînanî, nerazîbûna xwe nîşan da. Li gorî wan dozger bi dewreke xirab rabûye, dadgehê jî tevî ku sûc nîne, ceza birriye.

Sêşema bihurî li Hewlêrê dadgehê ceza li 6 rojnamevan û çalakgerên civaka sivîl birrîn. Li van kesan bêyî ku ti delîla bi rastî hebe bi îdîaya sîxurtiyê 6 sal ceza hat birrîn. Beramberî vê dozê sendîkaya rojnamevanan a Başûrê Kurdistanê, Komîeteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ), parlamenterên Başûrê Kurdistanê û xelkê başûr nerazîbûn nîşan da. Seroka Parlamena Başûr, Dr. Rewaz Fawiq jî ji aliyekî din ve li meseleyê nihêrî: Biryara dadgehkirina girtiyên Behdînanê wê Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê bixe bin barekî giran ê berpirsiyariyê." Lê kul û mitaleyeke wê ya ji ber azadiya fikr û ragihandinê mirov nekarî ji daxuyaniya wê bibihîze.

Sêşema bihurî li Hewlêrê rûniştina 17 mamoste, aktivîst û rojnamevanên li Herêma Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, çêbû. Dadgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî û mamoste û çalakger Eyaz Kerîm, Şivan Seîd û Harîwan Îsa 6 sal cezayê hepsê birrî.

Piştî rûniştina dozê parlamenter Elî Heme Salih got; “Ji bo me hemûyan metirsîdar e. Rojnameger û aktivîst li ser agahiyên rojnamegerî yên di koma facebookê de, hatine cezakirin."

Wî delîl ne cidî dîtin û got, sedem ev be, divê 200 sal ceza li wî bê birrîn.

Rê li ber rewşeke xeter vebû

Derbarê cezakirina rojnamevan Şerwan Şerwanî, Endama Desteya Mafên Mirov a Parlamena Iraqê Yusra Receb got, cezakirina çalakvan û rojnamevanan a bi sûcdariya sîxurtiyê, rewşeke metirsîdar li Herêma Kurdistanê çêkiriye.

Yusra Receb diyar kir ku girtina rojnamevanan a li Behdînan û Hewlêrê neheqî ye: "Ew rojnamevan û çalakvanên li Behdînan û Hewlêrê hatine girtin dengê civakekê ne ku di bin zext û zorê de hatiye hiştin, wan dengê xwe li hemberî neheqiyê derxistiye, karên ku kirine jî yasayî ne û ti aliyekî neyasayî tê de nîne."
Yusra Receb biryar weke binpêkirina  xala 36´an a destûra Iraqê ye ku azadiya ramanê misoger dike.

Yusra Receb got wê aliyên Iraqê li ser bûyereê agahdar kirine, lê "serokê desteyê Erşed Salihî vê desteyê li gorî berjewendiyên xwe yên ferdî bi kar tîne û amade nîne ku ji vê dozê re bibe bersiv."

Parlamenter ji biryarê nerazî ne

Parlamenterên Parlamena Herêma Kurdistanê yên ser bi Fraksiyona Tevgera Gorranê, li ser biryara girtina rojnamevan û aktivîstan axivîn. Parlamenter Belên Îsmaîl got; “Pêwîst e doh (pêr) dadgehê ew kes azad kiribana, pirsgirêka mezin a dadgehê jî ew e ku kes nikare derbarê karê wan de biaxive û lêpirsînê bi wan re bike. Dema kesek were girtin, divê sucek li ser hebe, lê ti sûcek li ser çalakvanên Behdînanê nîne.”

Parlamenter Dr. Şayan Eskerî jî li ser heman mijarê got; “Gumana min heye, ji ber ku hemûyan jî weke hev ceza girt. Ev jî bi guman e. Ti sucê wan nîne, tenê weke rojnamevan di komekê de agahî ji hev re şandine. Rola dozgerê giştî ya li dadgehê gelek xirab bû.”

Gelo dadgeh ne bêalî bû?

Sendîkaya Rojnamevanan bi daxuyaniyekê ragihand ku divê kesên doh li Hewlêrê hatine girtin werin berdan. Sendîkayê daxuyaniyek nivîskî weşand û xwest, qanûna rojnamevaniyê were bicihanîn. Wê got, "Pêwîst e Herêma Kurdistanê hemû azadiya fikir û çalakiyên sivîlî mîsoger bike û serweriya qanûnê biparêze. Divê dadgeh bê alî be. Pêwîst e yasaya rojnamevaniyê ya hejmara 35 a sala 2007’an ji bo rojnamevanan were bicihkirin. Herwiha sendîka daxwaza azadkirina van welatiyan dike."

Derdê seroka parlamenê yekî din e

Seroka Parlamena Herêma Başûrê Kurdistanê Dr. Rewaz Fayîq bi xwe bi awirê hiqûqzanekêli meselê nihêrî û zêde serê xwe li neheqiya hatiye kirin neêşand. Wê li ser hesabê xwe yê twitterê got, "Ez bi xurtî pê bawer im ku divê desthilat ji hev cihê bin. Lê tişta ku parlamenteran ji min re gotî, ez fêm dikim ku dadgehkirina îro (pêr) ya girtiyên Behdînanê wê Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê bixe bin berpirsiyariyeke giran. Ez hêvî dikim ku ew nebûna baweriya bi dadgeriyê zêdetir nekin."

HEWLÊR

 

Rojnamevanan berdin

Komîteya Paratsina Rojnamevanan (Committee to Protect Journalists - CPJ) a navneteweyî ya ku navenda wê li New Yorkê, bi daxuyaniyekê cezabirrîna li Şerwan Şerwanî û Guhdar Zêbarî rûreş kir.

Komîteyê got, “Cezakirina rojnamevan Şerwan Emîn Şerwanî û Guhdar Zêbarî hem neheq bû, hem bêpîvan bû, hem jî di dawiyê de nîşan da ku Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê êdî dev ji wê yekê berdaye ku xwe li wê yekê deyne, weke ku azadiya raihandinê xema wê be."

Bi vê yekê komîte dibêje, hikûmeta Başûr ji berê ve qîmet bi azadiya ragihandinê nedida û niha jî êdî hew weke ku xema wê be nîşan dide.

Komîteyê xwest ku her du rojnamevan tavilê bên berdan.

Komîteyê hem ev daxwaza xwe û hem jî ji bo bersivê bide daxuyaniya wan, name ji Dîndar Zêbarî re yanî ji koordînatorê hikûmeta herêmî ji bo kar û barên navneteweyî re şandiye, lê wî hîna bersiv nedaye wan.