Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşaran ev 30 roj in li bêr Edliyeya Rihayê didome. Malbatê di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku ew li hêviyê ne ku Wezareta Dadê daxuyaniyê bide.
Xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz di 14'ê Hezîrana 2018'an de dema çûn serdana dikandaran, li dikana Heci Esvet Şenyaşar êrişî wî û lawê wî kiribûn. Di êrişê de bav û 2 kurên wî kuştin û 2 kur jî birîndar kirin. Piştî bûyerê lawê wan ê birîndar Fadil Şenyaşar jî hat girtin. Nobeta 'edaletê' ya li ber Edliyeya Rihayê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di roja 30'î de dewam dike.
Emîne Şenyaşar tevî pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê jî çalakiya rûniştinê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Têkoşîna me ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 29'emîn (îro 30) de didome. Em li hêviya daxuyaniya Wezîrê Edaletê ne. Li Nexweşxaneya Pirsûsê ya Dewletê sûc li dijî mirovatiyê hat kirin."
RIHA