Stûneke qewî ya sînemaya Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 29 Gulan 2021 - 06:55

Taha Karîmî: “Kurdistan ji bo min wek dayikeke extîyar, birîndar û westiyayî ye; dayikeke dilşikestî ya ku heya ber dev mişt çîrok e. Dilê Kurdistanê bi çîrokên negotî dagirtî ye...”

ARDÎN DÎREN

 

Taha Karîmî bi çîrok û sembolên xwe di nav sînamaya Kurdan de derhênerê herî kurdewar û bîrewer bû. Rengekî cihê ê sînemaya Kurdî bû û bi hestên Kurdî film çêdikir. Lê mixabin ew di temenekî ciwan de ji nav me bar kir û li pey xwe gurzek filmên bi nirx hişt. Ji bo bibîranîna Taha Karîmî em bi derhêner û filmsazên hevalên wî û malbatê re peyivîn.

Seywan Saedian (Peykersaz, filmsaz û şêwekar):  Min Taha Karîmî sala 2004’an nas kir. Wê demê bi navê “Çiyayê Spî” filmek çêkiribû nîşandaneke filmê hebû li Silêmanîyê. Me hevdû li wir nas kir û di demeke kin de têkiliyeke pirr kûr di navbera me de çêbû. Gelek tiştên me hebûn ku me dikarîbû bi meh û salan li ser nîqaş bikin. 

Xwedî xemên taybet û girîng bû

Me dil hebû em di filma wî ya “Çiyayê Qendîl” de bi hev re bixebitin, lê ji ber ku min berê ji bo filmekê soz dabû Ibrahîm Saadî min di vê projeya wî de cih negirt. Lê me bi hevre çend car senoryoyê niqaş kiribû û axivî bû. Taha her tim di senaryoyên xwe de kûr bû û bi dekupaj dixebitî. Ji destpêkê her tiştî xwe diyar dikir ji diyalogan bigire heya muzîka filmê ji serî ve karê xwe bi rêk û pêk dikir û wiha dest bi karên xwe dikir. Her wiha hesasiyeta wî ya kurdewarî jî hebû û tim li vê yekê dihizirî û di filmên xwe de hêmayên kurdewarî bi cî dikirin. Wek mînak ew dayik bi çar zimanan diaxivin li “Çiyayên Qendîl” lê bi zimanekî digirîn. Taha jî xwedî xemên taybet û girîng bû, û tiştên nîşan dida ji kesayata wî ne dûr bûn. 

Enfalê pirr bala wî dikişand

Ew zêdetir bi kurtefilm û belgefilman re mijûl dibû. Herî dawî jî derbarê Enfalê de dixwest belgefilmekê çêke. Enfal ji bo Kurdan jenosîdeke pirr mezin bû û kesî ev jenosîd fermî  di asta cîhanî de nas nekiriye. Mijara Enfal û jenosîdê pirr bala wî dikişand û ji bo destpêkê wek lêkolînerekî çend filmên kurt çêkirin derbarê Enfalê de. Hino hino projeya xwe kûrtir kir û xwest bi projeyeke film vê meseleyê bibêje. Mijara filmên wî yên “Cehşê Spî” û “1001 Sêv” Enfal in. Ji bo van her du filman em bi mehan li Germiyanê man û gund û bajêr digeriyan û ji bo filmê çêkin dixebitîn. Ji bo em senaryoya filman xurttir bikin, em tim li ser çîrokên Enfalê diramiyan.

Sînemaya me li ser milê gel e

Taha pirr baldar bû û dixwest rastiyê eşkere bike. Taha her tim digot, “Sînemaya Kurdî bê pere û bê budce ye, ciyê razana me jî tine ye û xwarina me jî her tim li ser milê gel û gundiyan dimeşe.” Taha wiha dixebitî, pirraniya şevan em li gundan diman. Xwarina me jî gundiyan çêdikir. Taha her tim wiha bû û bi îradeyeke pirr mezin dixebitî û karên xwe bi rê ve dibirin. Bi dil û can dixebitî û bi komên ku di filmê de jî dixebitînê re jî têkiliyên wî yên baş hebûn. Hestên xwe bi wan didan fêhmkirin. Wî serê xwe tim bi mijarên girîng diêşand û wexta xwe vala derbas nedikir û mijarên ji rêzê bala wî nedikişandin. Ew li gel karakter, mijar û dinyaya filmên xwe bû û bi wan re diaxivî. Ji ber vê, kesên pê re dixebitîn jî jê gelekî hez dikirin.  

Senaryoyên wî kûr û xurt bûn

Taha her tim di senaryoyên xwe de kûr bû û bi dekupaj dixebitî. Ji destpêkê her tişta xwe diyar dikir ji diyalogan heya muzîka filmê ji serî ve karê xwe bi rêk û pêk dikir û wiha dest bi karên xwe dikir. Li gel lîstikvan û kameravanan mîzansen û kompozîsyonên xwe baş amade dikirin û pirr ciddî nêzî karê xwe dibû. Bêhna wî fireh bû carna dikarîbû dîmenekî deh caran bigire. Ez li gel gelek sînemageran xebitîme, lê rêbaza Taha cuda bû, ji lewre her tişta wî zelal û xuya bû. Senaryoyên xwe jî wî dinivîsandin, beriya filmê li karakter, montaj, lîstikvan, muzîk û efektan jî difikirî, sekansên xwe amade dikirin. Gava dest bi filmê dikir dizanibû dê çi û çawa bigire.

Hêma û sembolên kurdewar bi kar dianîn

Her wiha hesasiyeta wî ya kurdewar jî hebû û tim li vê yekê dihizirî û di filmên xwe de hêmayên kurdewarî bi ci dikirin. Wek mînak, ew dayik bi çar zimanan diaxivin li “Çiyayên Qendîl” lê bi zimanekî digirîn. Taha jî xwedî xemên taybet û girîng bû û tiştên nîşan dida ji kesayata wî ne dûr bûn. Di filmên wî de gelek sembol hene, xasma jî ew bi van sembolan re mijûl bû. Hin sembolên ku hatibûn jibîrkirin, wî di filmên xwe de ji nû ve bi kar dianîn. Mînak karakterên filma “Çiyayê Qendîl” giş sembolîk in. Ew tim hewl dida ku sembolên zirav û xweşik bi kar bîne di filmên xwe de. Di filmê “1001 Sêv” de sêva mixêkrêj bikaranî, derveyî van li ser kincên kesên ku ji Enfalê filitîne peyva Enfalê dinivisîne. Taha her tim bi van sembolan re mijûl dibû û bi wan radibû û radiket. Wî dixwest hin sembolên Kurdan li her derê cîhanê werin naskirin.

Çand û wêjeya Kurdan baş nas dikir


Salem Salavatî (Derhêner û fîlmsaz): Taha baş dizanibû, wî ji bo çi sînema hilbijartiye û çima filman çêdike. Li ser welatê wî gotin û nihêrînên wî hebûn. Xwedî gotin bû û dizanîbû çi dixwaze. Taha filmsazekî gelek sadiq û rast bû jî di heman demê de. Di filmên wî xwe de rengê xwe yê resen diyar dike. Dildarê welatê xwe bû, û mijar û babetên belgefilmên wî bi bîr û baweriyên welatê wî ve girêdayî bûn. 

Çand û wêjeya Kurdan baş nas dikir

Taha li tenişta Bane li gundekî biçûk hat dinyayê û ji biçûkatî de çavdêriyên xurt kiribû û piştî xwendinên kûr dest bi sînemayê kir. Taybetmendiya Taha ew bû kû xwendinên baş dikir û gelek pirtûkên Kurdî dixwend. Bi helbestê re jî mijûl bû û şairên Kurd baş nas dikir. Her wiha serê xwe bi çîrokan re jî diêşand û gelek çîrokên Kurdî jî xwendibû. Dîsa ji wêjeya cîhanê jî haydar bû û gelek romanên biyanî jî xwendibûn. Bavê Taha jî helbestvan bû û apê wî jî xwendevanek baş bû û tim pirtûk didan Taha da ku bixwîne. Taha bi saya wan, çand û wêjeya Kurdan baş nas kir. 

Di filmên xwe de wêrek bû

Taha bi dîmenên wêrek dest bi sînemayê kir. Ev ji bo sînemayê girîng bû bo min, ji lewre li Îranê teswîra gerîla û pêşmergeyan qedexe bû û kesî newêrîbû li Rojhilatê Kurdistanê wan di filmên xwe de nîşan bide. Lê Taha ne wisa bû, wî tişta di serê xwe de çêdikir û dikir film. Dema sînemayê dixwîne, ew li ser birakujiyê filma “Çiyayê Spî” çêdike û pêşmergeyan nîşan dide. Ev film ji bo sînemaya Kurdistanê gelek girîng e. Filma xwe bi şêwazeke taybet çêdike û pirr bi tesîr e ev filma wî. Vê filma wî li Tehranê xelata herî baş wergirt. 

Taha, Hesen Zîrekê sînemaya Kurdî ye

Di nav hemî filmsaz û derhênerên Kurdan de ciyê Taha cihê ye. Filmên wî bi Kurdî ne û Kurdewar in û parçeyek ji çanda Kurdî ne. Mînak mijarên di filmên Behmen Qobadî de mijarên Kurdî nînin. Filma wî ya “Demsala Gergedanan” nîşaneya vê yekê ye. Lê hemî mijarên filmên Taha bi erdnîgarî û çanda Kurdî ve girêdayî ne. Rengên di filmên wî de cuda ne. Hesen Zîrek çawa taybet be di muzîka Kurdî de, Taha Karîmî jî ewqas taybet e di sînemaya Kurdî de. Mînak, gava mirov li dawiya filmê “Çiyayê Spî” dinihêre mirov tê de standardeke sînemayê ya di asta cîhanî de dibîne. Ji çîrokê heta bi kamera, pevpestin, deng û muzîkê, mirov vê yekê dibîne. Dîsa filma “Çiyayê Qendîl” jî li çar parçeyên Kurdistanê ye û bi atmosfer û cil û bergên xwe filmeke di asta sînemaya cîhanê de ye. Ev taybetmendiya wî ya ku rengên kurdewar di sînemaya xwe di bi cih dikir, girîng bû.
 
Divê em bi Kurdiyeke baş biaxivin

Di meseleya axavtina Kurdî de jî pirr hesas bû û gava hevalên wî li malê yan jî li derve û her wiha di dema kar de bi Kurdî neaxiviyana, hêrs dibû. Her tim digot, divê em bi Kurdiyeke baş biaxivin. Bi ciddiyet nêzî mijara ziman dibû û dixwest bi riya çanda Kurdî Kurdistanê bi dinyayê bide nas kirin. Xema wî ya sereke ev bû. Ew tenê ne derhêner bû her wiha bi ciwanên Kurd re dihat gel hev û nîqaşên sînemayê jî pêş dixist û filman nîşan dida. Gava kesek filmeke nû çêbikira, wî gazî hevalên xwe yên sînemager dikir û dixwest li filmê temaşe bikin û nihêrînên xwe bibêjin. Ji bo di filmên Kurdî de zimanekî sînemayî yê di asta cîhanî de ava bibe li ber xwe dida û her tim bi derûdora xwe re ev nîqaşan didomand. 

 

Dildarê çiyayên Kurdistanê

Fehîme Karîmî
Fehîme Karîmî

Xwişka wî Fehîme Karîmî gava behsa birayê xwe dike, ew ji bo wê dildarê çiyayên kurdistanê û yek stûnên navmala wê ye: "Kesayeta Taha di filmên wî de xwe diyar dike. Jiyan û kesayeta wî ji filmên wî ne cudatir bû. Ji dil û can bû, û bi her hêlên xwe kesekî cihê bû. Mirovekî hestiyar bû û dengê wî zû bi zû bilind nedibû li ser kesekî din. Di nav malê û derveyî malê de ji bo her kesî rêzdar bû û ji bo rêzê nîşan bide, li temenên kesan mêze nedikir. Mirovekî pirr xwezayî bû û dildarê çiyayên Kurdistanê bû. Dayika min jî pirr ji çiyayan hez dikir, her ku keysa xwe lê dianînin, bi hevre diçûn, li çiyayan digeriyan.

Ji pere û meqaman dûr bû

Qet çavên wî ne li pere û meqaman bû. Her tişta xwe parve dikir. Min gelek caran didît pere deyn dikirin û dida kesên ku pêdiviya wan pê heye. Min digot tu çima wisa dikî? Wî digot, tiştek nabe pêdiviya wan pê heye. Pirr bi baldarî li me guhdarî dikir û li hemberî jinan rêzdar bû û bi wan bawer bû. Her tim qala wekheviya jin û mêran dikir. Gava ji pirtûkekê dereng dima pirr aciz dibû û bi xwe de dixeyidî, digot, min ti tişt nekir. Digot, kesê ku nexwîne bila nebêje min li vê dinyayê tiştek kiriye! 

Li dû xwe bi sedan çîrok hiştin

Têkiliyeke wî ya baş bi bavê min re hebû û ji bibîranînên bavên min pirr sûd werdigirt. Gelek çîrokên Kurdî li gel bavê min hebûn. Jixwe, beşeke filma “Çiyayê Spî” bibîranînên bavên min bi xwe ne. Filma “Baxewanî nêrgize car” xasma ji bo bavê min çêkiribû û film diyarî wî kir, ewqasî ji bavê min hez dikir. Bavê min ji pirtûkên Mele Ebdulkerîm Muderîs pirr hez dikir û di pirtûkxaneya me de kitêbên wî hebûn. Me ew pirtûk dixwendin. Taha tenê ne birayek bû, ew heval û mamosteyek baş bû. Pirr bi baldarî li me guhdarî dikir û li hember jinan rêzdar bû û bi wan bawer bû. Her tim qala wekheviya jin û mêran dikir. 

Taha wek pirtûkekê bû

Dayika min, bavê min û Taha stûna mala be bûn, û em hemû di hembêza xwe de xwedî dikirin. Bi çûna wî yek ji wan stûnên navmala me jî hilweşiya! Bi koçkirina xwe li dû xwe bi sedan çîrok hişt û çû. Taha weke pirtûkeke mezin e û gelek rûpelên vê pirtûkê hene. Her kesek li gorî xwe hin rûpelên wî dizane û ewqas wî dinase."

 

Taha Karîmî kî ye?

Taha Karîmî li di sala 1978’an de li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Bane hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Tehranê beşa sînemayê xwendiye. Piştî zanîngehê li Silêmaniyê bi cih dibe û dest bi çêkirina filman dike. Filmên wî yên bi navê “Çiyayê Qendîl” , “Cehşê Spî” û “1001 Sêv” beşdarî gelek festivalên filman bûne û gelek xelat girtine. 
Taha Karîmî 29’ê Gulana 2013’an li Silêmanî di qezaya trafîkê de wefat dike û bi ciwanî konê xwe ji nav me bar dike. 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.