Çavdêrê siyasî û endamê KNK’ê Salar Mehmûd diyarkir ku dagirkerên Kurdistanê ji bo yekîtiya Kurdan çênebe, her rêbazê diceribînin. Mehmûd got, heya niha gelek caran ji bo yekîtiyê bang hatiye kirin, lê hinek hizbên Kurdî vê yekê nabînin û nêz nabin.
Salar Mehmûd, der barê astengiyên li ber kongreya netewî ya gelê Kurd û nebûna yekrêziya nava Kurdistanê de, ji Rojnewsê re axivî û got: “Deweletên ku Kurdistan parçe kirine, ti carî nexwestine Kurd bigihin armanca xwe. Gelê Kurd tevî hemû komkujiyan maye û niha li Rojhilata Navîn yek ji gelê herî bi bandor e. Niha ti guhertinek bê Kurdan li herêmê ne gengaze.”
Mehmûd siyaseta navxweyî ya Kurdan jî rexne kir û got, tevî dijmintiya dagirkeran, Kurd bi xwe jî di nava xwe de nakok in. Nebûna stratejiyek hevbeş, bûye sedem ku Kurd nebin yek.
Mehmûd li ser hewldanên yekîtiyê got: “Welatên herêmê, bi taybet Tirkiye rê li hinek hizban digre ku bibin endamê KNK’ê. Ji bo ku kongreya netewî ya gelê Kurdistanê çênebe, dagirkerên Kurdistanê hewldan û astengiyên mezin çêdikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN