Stratejiya li dijî Kurdistanê

În 18 Hezîran 2021 - 05:06

  • Lêkoler Farhang Faraydoon Namdar dibêje, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, êrişên li dijî pêşmergeyan, êrişên ezmanî bi giştî li dijî Başûrê Kurdistanê hemû parçeyên stratejiyeke nû ya dewleta Tirk in ku dixwaze populerbûna PKK’ê lawaz bike. Mesrûr Barzanî jî li gorî vê dibe maşikek ji dewleta Tirk re.

Farhang Faraydoon Namdar lêkolerekî Tevgera Gorran e. Wî ji bo The National interest meqaleyek li ser armanca êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê nivîsî û got, “armanca êrişên dewleta Tirk populerbûna PKK’ê li Iraqê ye”. Seth J. Frantzman jî ji Jerusalem Post re analîzek li ser sedemên êrişên dagirkeriya dewleta Tirk nivîsiye û dibêje, rola her diçe zêde dibe ya dewleta Tirk li Iraqê hîç elaqeya xwe nîne bi tehlûkeyên li dijî ewlekariya wê re. 

Sernîvîsa gotara lêkoler û rojnamevan Farhang Faraydoon Namdar a di The National interest de “Turkey Is Targeting the PKK’s Popularity in Iraq (Armanca Tirkiyeyê populerûna PKK’ê li Iraqê ye)” ye. Li gorî wî dewleta Tirk di şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û PKK’ê de weke hêza herî xurt a duyem a NATO’yê bi bin ketiye.  Sedem jî populerbûna PKK’ê ye. Bi ya wî ji ber vê dewleta Tirk stratejiyeke nû diyar kiriye û pê êrişî populerbûna PKK’ê dike, yanî xurtiya sereke ya Tevgera Azadiya Kurdistanê. Nivîskar dinivîse, ji bo vê jî Enqerê biryar daye ku “Şerê birakujiyê” di navbera aliyan de derxe. Wekî din Tirkiyeyê ji partiyên Başûr beriya çendekê xwestibû ku PKK’ê weke rêxistineke terorîst qebûl bikin û ev jî teza nivîskarî xurt dike. 

Enqere difikire, êrişeke li dijî populerbûna PKK’ê wê erzan û encamgirtir be. Nivîskar dibêje, “PKK hema hema li tevahiya herêmên Kurd li wan dimînin, weke parazvanê Kurdan tê qebûlkirin û ji ber vê jî veguherî hêzeke herêmî.” 

Dewleta Tirk dizane eskerî nikare PKK’ê

Ew dibêje, tecrûbeya dewleta Tirk a di şerê li dijî PKK’ê de kiriye ku dewleta Tirk, esas, qebûl bike ku PKK bi rêya eskerî nikare têk bê birin, û ji ber wê jî dewleta Tirk dest pê kiriye ku gotaran çêke da ku desteka Kurdan a ji bo Tevgera Azadiyê PKK’ê kêm bike. Li gorî wî ev stratejî ji sê qonaxan pêk tê û qonaxa yekê jî operasyoneke eskerî ye da ku bibe sersebeba avakirina gotareke nû. Êrişên eskerî di vê qonaxê de bi wê armancê ne ku gerîlyan neçar bike ku nêzî deverê Pêşmerge lê ne, bibin. 

Ew balê dibe ser şehîdkirina 5 pêşmergeyên li Metîna û bi bîr dixe ku vê yekê şerekî navxweyî yê Kurdan gelekî nêzîk kiribû. Ew dibêje, tevî ku êriş diyar bû plankirî bû, dîsa jî bû sedem ku gotareke fereh a li dijî PKK’ê dest pê bike. Yanî daxuyaniyên Mesrûr Barzanî yên ku PKK berpirsiyar girtin jî, ew di vê çaçoveyê de dinirxîne. 

Lê ev pîlana hanê neçûye serî, li aliyekî pisporekî ji wezareta pêşmerge got, maşîn bûye armanca êrişeke ezmanî û li aliyê din PKK’ê hem berpirsiyarî red kir û hem jî doza lêkolîneke serbixwe kir. Lê dîsa jî bi ya nivîskar, rê li ber gotarekê vebûye: “PKK nebûya, pêşmerge wê nehatana kuştin.”

Hemû pîlanên dewleta Tirk in

Çêkirina gotareke dij PKK’ê jî bi ya wî qonaxa duyem a vê stratejiya dewleta Tirk e. Li gorî nivîskar êrişa li dijî pêşmergeyan kiriye ku gelek çîrok û gotar peyda bibin, ên ku dibêjin, ji ber PKK’ê êrişên ezmanî çêdibin. Li gorî wê, Kurdên ku berê difikirîn PKK wan diparêze, niha dudilî dibin elaqedarî hebûna PKK’ê li Başûrê Kurdistanê. Esas, ev îdîaya nivîskar, a Mesrûr Barzanî û hewîrdora wî ye, çiqasî serketî ye û çi qasî bêkêr e, meseleyeke din e. Lê nivîskar bawer dike, ev gotara hanê wê bike ku PKK’ê çalakbûna xwe li Başûr sînordar bike. Bi ya nivîskar ev jî qonaxa sêyem a stratejiya dewleta Tirk e. Bi ya wî nêzîkkirina hêzên pêşmerge ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve li ser wî hesabî hatiye kirin ku PKK wê çalakiyên xwe sînordar bike da ku rê li ber şerekî navxweyî bigire. 

Li gorî nivîskar heta bi vîr ji ber ku PDK jî bi dewleta Tirk re kar dike, stratejiya wê çûye serî, lê dewama serketina wê bi şik û guman e. Bi ya wî di rewşa şerekî navxweyî de, YNK’ê bêalîbûna xwe eşkere kiriye, û PDK wê neçar alîkariya Tirkiyeyê bixwaze û ev ê jî dîsa PKK’ê populer bike û Tirkiye vê naxwaze. 

Li gorî wî hêza herî zêde pêşiyê li pîlanên dewleta Tirk  ên li rojhilata Navîn digire, hebûna PKK’ê ye û ji bo serketîbûna siberoja stratejiya çêkirina gotara li dijî PKK’ê jî dibêje, “Em ê binihêrin ka ev stratejiya sê qonaxan wê çawa dewam bike di siberojê de.”

Dixwaze Başûr qels bike

Seth J. Frantzman jî di analîza xwe ya di Jerusalem Post de li armanca bi rastî ya dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dipirse. Ew dibêje, rola zêde dibe ya Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê hîç elaqeya xwe nîne bi zêdebûna tehlûkeya li dijî ewlekariyê re. 

Ew bi bîr dixe ku Enqere îdîa dike ku şerê wê yê li dijî PKK’ê şerê “li dijî terorê” ye û ev îdîa esas derew e. Yanî elaqeya xwe bi zêdebûna rola dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê re nîne. Heta ew dibêje, her ku êrişên li dijî dewleta Tirk kêm bûne, êrişên wê li dijî Başûrê Kurdistanê zêde bûne, yanî kirinên Tirkiyeyê bi ya wî ne elaqedarî ti tehlûkeya bi rastî ne. Li gorî wî, gava dewleta Tirk gerîlayên PKK’ê weke hinceta zêdekirina tesîra xwe li Başûrê Kurdistanê nîşan dide, pirraniya Kurdan şik û gumanê ji vê dikin. 

Seth J. Frantzman jî dibêje, armanca dewleta Tirk yan ew e ku otonomiya Basûrê Kurdistanê kêm bike yan jî bike ku PDK şerê PKK’ê bike. Lê di heman demê de li gorî wî “Enqere tercîh dike ku bi Başûrê Kurdistanê Bexdayê balans bike, qet nebe ji bo vê dema nêzîk. Lê rola Enqereyê di heman demê de wisa xuya ye ku lawazkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye jî.” 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.