Stranên li dijî êrîş û tecrîdê

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Îlon 2024 - 00:34

NÛPELDA DENÎZ / JÎNHA / MEXMÛR 

Li Wargeha Mexmûrê xwendekarên Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn a ku ev sê mehin dewreyek a perwerdeya enstrumanên saz, gîtar, erbanê û govendê dibînin, bi konserekî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Konser bi kombûna hemû xwendekarên Navenda Çand û Hunerê û yên Navenda Stêra Zêrîn a li parka Şehîd Aryen Cûdî destpêkir. Armanca pêşkêşkirina vê konserê şermezarkirina êrişên li ser çand û hunera Kurdî, êrişên li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e. Xwendekar, konser diyarî Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Endama Stêra Zêrîn Çigdem Oren a yek ji mamosteyên dewreya perwerdeya enstrumanan û beşdarên perwerdeyê têkildarî perwerdeyê axivîn. Endama Stêra Zêrîn Çigdem Oren, der barê armanca destpêkirina dewreya perwerdeyê de axivî û got: “Di 1’ê Hezîranê de me ji bo zarok û ciwanên wargehê dewreyek perwerdeya enstrumanan da destpêkirin û ev 3 mehin didome. Nêzî 200 kes tevlî bûn. Kombûna hejmarek zêde a zarokan kelecan û keyfxweşiyek mezin da me. Me xwest çand û hûnera xwe fêrî zarok û ciwanan bikin. Ji ber ku ger zarok çand û hunera xwe bizanîn, wê bikaribîn xwedî li nasname û hunera xwe derbikevin. Her wiha xebata me li dijî qirkirina çanda Kurdî bersivek mezin e.”

‘Em konsera xwe diyarî Rêber Apo dikin’

Çigdem Oren, wiha domand: “Di encama perwerdeyê de hejmarek zêde zarok fêrî ensturmanan bûn. Destpêkê ji ber kêmbûna derfetan û enstrumanan me gelek zehmetî dîtin. Lê me bi derfetên kêm kar û xebatên xwe meşand. Ev ji bo me serkeftinek mezin e. Me xwest em bi konserek berhemên perwerdeya pêşkêş bikin. Em konsera xwe diyarî Rêber Apo dikin.” Sara Kara ya yek ji beşdarên perwerdeyê ye kelecana xwe bi van gotinan anî ziman: “Dema dibistanên me betlana bûn, perwerdeyek ensturmanan dest pê kir. Min jî xwest beşdarî perwerde bibim û xwe di gîtarê de pêşbixim. Me di perwerdeyê de demê xweş derbaskir. Her wiha ji bo amedariya konserê me xwe fêrî stranan kir. Em ev konser ji bo Rêber Apo derdixin. Em îro gelek kêfxweş in û ji bo bîranînek xweş e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.